Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Em wêrekiya xwe ji kevneşopiya xwe ya têkoşînê digirin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ji Bahçelî yê ku gef li parlamenter Salîha Aydenîz xwar re got: "Em wêrekiya xwe ji kevneşopiya xwe ya têkoşînê digirin. Jin wê destûr nedin gefan."

Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî li ser axaftina parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz a li Parlamentoya Tirkiyeyê ya der barê desteserkirina vîna gelê Colemêrgê de gotibû “Hûn li Kurdistanê dagirker in”, Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî bi gotinên faşîst ên weke “Ez bawer im ev zindî gelek dil xwariye û hewl dide bêyî baskan  bilind bifire."

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi daxuyaniyek nivîskî der barê gefên Bahçelî de daxuyaniyek da û gto, gefên Bahçelî li hemû jinan û siyasetmedaran tê xwarin û soza têkoşînê da.

Daxuyaniya Meclîsa Jinan a DEM Partî wiha ye:

“Serokê hevkarê biçûk ê hikûmetê ku bi gotinên xwe yên zayendperest û faşîst tê naskirin, axaftina parlamentera me Salîha Aydenîz a li dijî polîtîkaya desteserkirinê kir hedef û gef lê xwar.

Ev kesê ku ji rêhevala me Salîha re got, ‘ev zindî gelek dil xwariye û hewl dide bêyî baskan bilind bifire" divê baş bizane ku jin destûrê nadin van gefan. Li dijî polîtîkaya desthilata ku vîna jinan desteser dike, em ê dev ji têkoşînê bernedin.

EM YÊN KU BER BI AZADÎ Û WEKHEVÎ VE DIFIRININ

Rast e; em jinên wêrek, wêrek in. Yên ku bi gotina “Bê bask difirin” gefan li jinan dixwin; em pêşniyar dikin ku bila binêrin bê  jin ji bo çi difirin.

Yên ku bi têkoşîna xwe li dijî desthilatdariya mêr û siyasetê têkoşîna azadî û wekheviyê didin em in. Em ê li hemberî gefên we bêdeng nebin û serî netewînîn. Em dizanin ku hûn çiqasî ji siyaseta me ya jinan û jinên siyasetmedar ên ku mîna duh ligel her cure zextan bi lehengî li ber xwe didin û bertekên xwe nîşan didin, ditirsin.

EM Ê LI HER DERÊ Û HER GAVÊ GOTINA XWE BIBÊJIN

Hûn ê nikaribin rejîma qeyûmê, desteserkirin û siyaseta wêraniyê rewa bikin, xwe li pişt axaftinên zayendîperest û neteweperest veşêrin û jinan ji siyasetê dûr bixin.  Em ê ti carî dev ji gotina qeyûm dagirker e bernedin û  em ê timî vîna xwe biparêzin.

Em wêrekiya xwe ji kevneşopiya xwe ya têkoşînê digirin. Yên ku rabirdûya tarî ye, mehkûmî biçûkbûnê ne.

SALÎHA AYDENÎZ NE BI TENÊ YE

Li hemberî van êrîşên li hemberî siyasetmedarên jin û rêhevalên xwe em ê ji têkoşîna xwe paşde gav navêjin. Em ê li her derê û her demê dev ji axaftina li dijî siyaseta we ya mêr bernedin.

Ev gefa li Salîha Aydenîz hatiye xwarin li hemû jinan û siyasetmedaran hatiye xwarin. Li hemberî vê soza me mezinkirina têkoşînê û mezinkirina hevgirtinê ye.

Salîha Aydenîz ne bi tenê ye!”