Rûniştina doza xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê ya girtî Nergîs Muhammadî pêk hat

Rûniştina doza Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê û aktîvîsta mafên mirovan a navdar Nergîs Muhammadî li Dadgeha Şoreşê ya Tehranê pêk hat. Ji ber ku aktîvîsta girtî red kir ku tevlî rûniştinan bibe, rûniştin bêyî amadebûna wê pêk hat.

Nêrgîs Muhammedî  ji ber têkoşîna wê ya li dijî sernixumandina li ser jinan tê ferzkirin û cezayê darvekirinê li Îranê, ji sala 2021’an û vir ve di Girtîgeha Evîn a Tehranê de tê ragirtin.

Parêzerê wê Mûstafa Nîlî di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medya civakî X’yê de got, "Rûniştina dozê ya Nergîs Muhammadî îro li Şaxê 29’an ê Dadgeha Şoreşê ya li paytext Tehranê, bêyî amade bûna wê pêk hat." 

Nîlî, da zanîn ku muwekîla wî ji ber gotinên wê yên li ser “Dîna Ghalibaf û boykota hilbijartinên parlamentoyê ku Adarê pêk hatin, bi belavkirina propagandaya li dijî rejîma Îranê tê tawanbarkirin.''

Nergîs Safiye Muhammadî di 21'ê Nîsana 1972'an de li bajarê Zencan ê Îranê ji dayik bû. Li Zanîngeha Îmam Xumeynî ya Navnetewî beşa fîzîka nukleerî xwend û ji 32 saliya xwe ve çalakvana mafê mirovane û bûye rojnamevan. Nergîs Muhammadî di heman demê de yekem jina Îranî û Mislimane ku di sala 2023’yan de Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtiye. Nergîz Muhammadî cîgira serokê navenda parêzvanên Mafên mirovan e.

Nergîz Muhammadî yek ji pêşengên bêîtaetiya sivîl a girseyî ya li dijî sernixumandina jinê ya li Îranê tê fezkirine. Nergîz Muhammadî bi nivîsên xwe yên li girtîgehê piştgirî da şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ku piştî qetilkirina Jîna Emînî pêk hatine.

Nargîs Muhammadî ku 13 caran hate girtin û bi giştî 31 sal cezayê girtîgehê û 154 qemçiyan 5 caran lê hate birîn, ji sala 2021'an û vir ve girtiye. Nergîz Muhammadî bûye yek ji rûyên berbiçav ên şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê.