Jin ji bo Colemêrgê li Stenbolê nobetê digirin

Jinên ku li Stenbolê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê pêşengiya çalakiya nobetê dikin, ragihandin ku bi gotina “Em ê rê nedin qeyûman” ew li ba gelê Colemêrgê ne.

LI DIJÎ DESTESERKIRINA VÎNÊ LI STENBOLÊ NOBETÊ DIGIRIN

Çalakiya nobetê ya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Qada Şîşhane ya Beyoglûyê dabûn destpêkirin, bi aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê re di roja 10’emîn de ye. Di çalakiya bi dirûşma "Jin ji bo Colemêrgê li ser piyan in" tê lidarxistin de, jinan tîşortên bi nivîsa “Qeyûm bicehime” û "Jin jiyan azadî" li xwe kirin.

Pankarta bi Kurdî û Tirkî "Jin li dijî darbeya qeyûman li ber xwe didin" hat vekirin. Qad bi pankartên "Dest nede vîna min", "Zimanê min bedena min e", "Em duh bi ser ketin, sibê jî bi ser bikevin", "Nûnertiya wekhev, jiyana wekhev", "Ji Denîz Poyraz re edalet" hatin xemilandin. Di çalakiyê de dovîzên “Bijî berxwedana zindanan" û "Viyan Tekçe vîna me ye" hildan û b¨navber dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Em bêdeng namînin, natirsin, îtaat nakin" berz kirin.

'EM LI WANÊ BI SER KETIN, EM Ê LI VIR JÎ BI SER BIKEVIN'

Ji Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Serpîl Topal diyar kir ku zîhniyeta serdest a mêr dixwaze bi polîtîkayên qeyûman vîna jinan bişkîne û got: "Em ji bo hevgirtina jinan a ji Kurdistanê heta Stenbolê mezin bikin, li vir in. Berxwedana jinan li kolanan deng vedide. Ti dewleteke mêr nikare hevgirtina jinan tine bike. Em bi Colemêrgê re ne." 

Sekretera Giştî ya Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) Fîdan Ataselîm jî wiha got: "Êrîşî vîna gelê Kurd, vîna jinê dikin. Bi zextan hewl didin bitirsînin. Ew bi ser nekin û wê bi ser nekevin. Ev têkoşîn û ev berxwedan naqede. Em ê azad bijîn. Em li Wanê bi ser ketin, li vir jî em ê bi ser bikevin.”

Ji Nan û Gulê Elîf Turgut jî axivî û go: “Qeyûm tê wateya desteserkirina vîna jin, gelan, gelên bindest û kedkaran. Bi polîtîkayên qeyûman re qadên jiyanê yên jin û zarokan teng dikin. Em qeyûman qebûl nakin." 

Ji Meclîsa Jinan a KESK'ê ya Stenbolê Nazîfe Bayrak Tosû jî got, "Em ê destûrê nedin ku mafê gelê Kurd ê dengdayîn û hilbijartinê bê binpêkirin. Em li ba gelê Colemêrgê ne. Jin wê rê nedin qeyûman." 

Ji Partiya Şoreşger Gamze Taşçi jî got, "Em jin li van qadên berxwedanê hatin gel hev. Em dest ji têkoşîna xwe ya jinê bernadin. Têkoşîna tevgera jinên Kurd a li dijî qeyûman ji bo me hemûyan mînak e. Ji ber vê yekê em li vir in, em ê li ber xwe bidin." 

Hevseroka Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan jî diyar kir ku ji bo bibêjin ‘qe’yûm bicehime’ nobetê digirin û got: "Gotina qeyûm tê wateya tinekirina ferd, civak, jin û zarokan. Em ê li dijî vê yekê têkoşîneke xurt û berxwedaneke xurt nîşan bidin.” 

Çalakiya nobetê bi konsera muzîkê dewam kir. Jinan li ber kilamên hunermenda MKM'ê Dengbêj Xalîde govend gerandin. Dema ku tarî bû jinan roniyên telefona xwe vêxistin û qad ronî kirin.