10 kesên ji ber parvekirina wêneyên rojnamevanên hatin qetilkirin, hatin binçavkirin

Li Kocaeliyê hevserokên DEM Partî yên navçeyê jî di nav de 10 kes ji ber parvekirina wêneyên rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Deştan ên hatin qetilkirin, hatin binçavkirin.

Li navçeya Gebze ya Kocaeliyê di serdegirtinên malan de Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Melîke Aydin û Omer Yildiz jî di nav de 10 kes hatin binçavkirin û wan birin midûriyeta emniyetê ya li navçeyê.

Piştî karûbarên li midûriyeta emniyetê, hevserokên navçeya Gebze jî di nav de 7 kes hatin berdan. 3 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê biryara berdana 2 kesan a bi şertê kontrola edlî da û Endamê DEM Partiyê Serhat Ziyalî jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hat girtin.

Hate hînbûn ku sedema binçavkirin û girtinê parvekirina wêneyên rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Deştan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin e.