Yekîneyên YCWK’ê li Stenbolê çalakî li dar xist
YCWK’ê ragihand ku li taxa Koyîçî ya Stenbolê li dijî nuqteyeke rêxistinî û alîkariya çeteyên SMO û DAÎŞ’ê yên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dikin çalakî li dar xist.
YCWK’ê ragihand ku li taxa Koyîçî ya Stenbolê li dijî nuqteyeke rêxistinî û alîkariya çeteyên SMO û DAÎŞ’ê yên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dikin çalakî li dar xist.
Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) têkildarî çalakiya xwe ev agahî da:
“Di çarçoveya pêngava "Em bi têkoşînê re bibin yek, bi Rêber Apo re azad bibin" yekîneyên me li taxa Koyiçî ya Stenbolê nuqteyek ku ji bo çeteyên SMO û DAÎŞ’ê xebatên rêxistinî û alîkariyê dimeşîne tespît kirin. Yekîneyên me şeva 30’ê Kanûnê bi molotof û teqemeniyên destçêkirî nuqteya çeteyan hedef girtin. Di encama çalakiyê de hejmarek ne diyar ji kesên di hundir de birîndar bûn. Çalakî ji bo bersivdayîna êrîşên li dijî Rojava hat lidarxistin.”