BI DÎMEN

Peyama KJK'ê ji bo Festîvala Jinê ya Zîlan: Li dijî faşîzmê divê em jiyana azad ava bikin

KJK'ê ji bo Festîvala Jinê ya Zîlan peyam şand û got, "Divê em azadiya Rêber Apo bikin navenda xebat û jiyana xwe. Divê ji bo jinan sîstemekê û qadên jiyana azad ava bikin."

18’EMÎN FESTÎVALA JINAN A ZÎLAN

18’emîn Festîvala Çandê ya Zîlan a ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd (YJK-E) ve tê organîzekirin bi bernameya muzîkê dewam kir. Di festîvalê de peyama Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) hate xwendin. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

TÊKOŞÎNA JINÊ BI RÊBERA RÊBER APO RE BÛ SAZIYEKE RÊXISTINÎ

“Jin, ciwan û hevalên me yên hêja!

Ji bo 18’emîn Festîvala Jinê ya Zîlan (Cejna me) em we bi hezkirina têkoşîna çiyayên azad, hêvî û baweriya serkeftinê silav dikin. Em festîvala xwe di demeke ku geşedanên dîrokî tên pîrozkirin de li dar dixin. Em bawer dikin ku bi vê festîvalê hûn ê bibin dengê qêrîna jinan a azadiyê û vîna jiyana azad a bi Rêber Apo re derxin holê. Weke KJK’ê em hemû jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê ku li dijî baviksalarî û pergala wê ya koletiyê bi azweriya jiyana azad û vîna têkoşînê silav dikin. Em hemû jinên ku di têkoşîna bênavber a li dijî pergala baviksalarî ya 5 hezar salan bûne qurbanî û hemû jinên ku ji bo israra jiyana azad canê xwe feda kirine bi minetdarî bi bîr tînin. Têkoşîna me ya azadiya jinê bi ked, hêza fikir û berxwedana pêşengên mezin ji Zîlan heta Bêrîtan, ji Sarya heta Roşanan bilind dibe û digihêje asta şoreşa jinê. Li ser vê bingehê em di şexsê şehîd Zîlan de hemû jinên ku di berxwedana jinê de şehîd bûne bi bîr tînin. Em soza xwe ya pêkanîna xeyalên wan nû dikin. Em bi hest û hesreta Rêber Apo ku tovên jiyana azad di rengê jinê de li Kurdistana tunebûyî (mirî) çand û ew şîn kir, silav dikin. Em hêzên komploger dîsa şermezar dikin. Em biryardariya xwe careke din dubare dikin ku heta ku tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê bê şikandin wê têkoşîna me bidome. 

JINÊN KU QADÊN TÊKOŞÎNÊ TERK NEKIRIN HÊVIYA CÎHANÊ NE

Ya ku asta azadiya civaka me diyar dike asta azadiya jinê ye. Hin tevgerên şoreşger ên sedsala borî jî heman tişt anîn ziman. Lê belê cara yekemîn di pêşengiya Rêber Apo de ev axaftin bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re veguherî bername, çalakî, siyaset, xeteke bîrdozî û pêkhateyeke rêxistinî ya şênber. Di dawiya sedsala 20'an de Rêber Apo da zanîn ku 'Sedsala 21'ê wê bibe sala azadiya jinê'. Ev tesbît dike ku jinên li hemû cîhanê zêdetir bi vê rastiya rêxistinî haydar bin. Ji ber ku têkoşîna azadiya jinê di çarçoveya “Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi Şoreşa Jinê ve” de pêşengiya têkoşîna demokrasî, ekolojî û azadiyê dike, bêhtir tê dîtin û fêhmkirin. Gerîlayên me yên azadiyê ku di serî de li çiyayên me yên azad derbên herî mezin li dijmin xistin, dayikên me yên ku qadên têkoşînê terikandine û hûn jinên hêja, hêviya cîhanê ne.

EM PERGALA TECRÎDA ÎMRALIYÊ JI HOLÊ RAKIN, AZADIYA FÎZÎKÎ MISOGER BIKIN

Armanca sereke ya meşa me ew e ku li dijî her cure êrîş û polîtîkayên qetlîamê yên li ser Tevgera Azadiyê yên hemû hêzên herêmê, di serî de rejîma faşîst a AKP-MHP’ê û hemû hêzên kapîtalîst ên navneteweyî rawestînin û jiyana azad biparêzin. Êdî derketiye holê ku li Kurdistanê, hegemonyaya kapîtalîst û hevkarên wê, ji bo di sedsala 21’an de derfeta avakirina sîstema xweser û civakîbûnê nedin Kurdan, komplo pêk anîn. Li Kurdistanê bi pêşengiya têkoşîna jinên rêxistinkirî jiyana azad tê avakirin. Lewma parastina vê têkoşînê erka herî girîng a dîrokî ya me jinan e. Weke KJK'ê em careke din dubare dikin ku em ê ti carî ji jiyana azad tawîz nedin. Banga me ji hemû pêkhateyên tevgera me ya konfederal re ev e. Em bang li we dikin ku têkoşîna jina azad û têkoşîna parastina civaka xwe bilind bikin.

Aliyeke din a stratejîk a vê pêngavê jî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, yanî şikandina pergala êşkence û tecrîda li Îmraliyê ye. Werin em di salvegera 25’emîn a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de ji hêzên komploger hesab bipirsin û têkoşîna xwe berfireh bikin û dîwarên pergala tecrîda Îmraliyê ku bi komploya navneteweyî hatiye çêkirin hilweşînin. Werin em pergala tecrîd û êşkenceyê ji holê rakin. Werin em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Em weke jin dibêjin 'Azadiya Rêber Apo azadiya me ye'. Ji bo vê jî divê hemû jin seferber bibin û azadiya Rêber Apo bikin navenda hemû jiyan û xebata xwe.

DIVÊ HEMÛ QAD BIBIN QADÊN TÊKOŞÎNÊ

Li ser vê bingehê divê em li dijî faşîzm û hişmendî û pergala baviksalarî hişmendî û hêza xwe ya têkoşîna hevpar pêş bixin. Divê em her roj xwe perwerde bikin û ji bo jinan sîstemekê û qadên jiyana azad ava bikin. Divê em li gorî van esasan gavên xwe bavêjin û têkoşîna xwe mezin bikin. Di vê wateyê de em careke din 18’emîn Festîvala Çandê ya Zîlan û pêngava 'Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi Şoreşa Jinê ve’ bi coş û wêrekiya têkoşînê pêşwazî dikin. Em bang li we jinên ku dilê wan bi eşqa azadiyê lê dide, her derê bikin qada têkoşînê.”

Peyama KJK'ê li qadê bi dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî Serok Apo" hat silavkirin.  

Festîval bi pêşandana koma Govendê didome.