Di mehekê de 24 rojnamevan hatin darizandin û 8 rojnamevanên jin girtî ne

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê ‘Rapora binpêkirina mafên rojnamevanên jin a meha Gulanê’ bi raya giştî re parve kir.

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), rapora binpêkirina mafên rojnamevanên jin a meha Gulanê eşkere kir. Di raporê de hat diyar kirin ku binpêkirina mafê rojnamevanên jin, derbeyek mezin a li hemberî têkoşîna wekheviya zayendiya civakî ye.

Di raporê de hat gotin, "Zextên li dijî rojnamevanan tên kirin, ne tenê mafên wan ên takekesî tên binpêkirin, di heman demê de mafê gel ê agahîwergirtina rast û bêalî zerar dibîne."

Di vê mijarê de hat gotin ku ji bo pêkhatina ewlehiya rojnamevanan û parastina azadiya ramanê divê tedbîrên lezgîn bên girtin.

Binpêkirinên mafan ên li hemberî rojnamevanên jin a meha Gulanê wiha hatin rêzkirin: 2 rojnamevan rastî êrîşê hatin, 3 rojnamevan hatin binçavkirin û yek jî hate girtin. 4 rojnamevan dema nûçe dişopandin hatin astengkirin. 2 rojnamevan li girtîgehê rastî binpêkirinên mafan hatin. Derheqê rojnamevanek de lêpirsîn hate vekirin. Li 4 rojnamevan bi giştî 9 sal û 6 meh û 17 roj cezayê girtîgehê hate birîn. Di 17 dozan de 24 rojnamevan hatin darizandin. Ji 1’ê Gulanê ve 8 rojnamevan girtî ne.”