JIN
Hemû Nûçe
-
PAJK: Cejna vejînê pîroz be
PAJK'ê cejna vejînê pîroz kir, xaka Mezopotamyayê ya ku teşiya Kurdan bi aliyê azadiyê ve tê badan, ji bo ku dîsa bi ber û bereket bibe, bang li hemû jinan û gel kir ku têkoşîna azadiyê geş bikin. -
Li Sûdanê qanûna dijminê jinan tê rakirin
Hate ragihandin ku li Sûdanê 'Qanûna sûcên bê exlaq' hatiye rakirin ku 30 sal in dibe hinceta hovîtî û tundiya dewletê ya li dijî jinê. -
Warê jinan: Jinwar
Jinwar gundekî awarte ye ku di nava şert û mercên şer de ava bû. Yek ji rayedaran dibêje 'Projeyeke pîroz e'. Mîna destketiyên şoreşa Rojava hemû Jinwar jî di nava metirsiya gefên dewleta Tirk de ye. -
Li Osloyê şervanên jin hatin silavkirin
Jinên Kurd û dostên wan ên Norweçî ku ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Şinê li paytext Osloyê hatin ba hev mîtîngek lidar xistin. -
Jinên Kurd, Rûs û Qirgiz li Moskowê kom bûn
Ji ber 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Navnetewî ya Dijî Tundiya li ser Jinê li paytexta Rûsyayê Moskowê rêxistinên jinên Kurd, Rûs û Qirgiz bi konferanseke hevpar bal kişandin ser têkoşîna jinan. -
YJA Star: PKK bû hêvî ji gelan û jinan re
YJA Starê destnîşan kir ku PKK bû hêvî ji gelan û jinan re û diyar kir, "Gelê Kurd, jin û mirovahî wê bi ser bikevin." -
Fatma Silêman: Divê yekbûna jinên cîhanê xurt bibe
"Banga min li hemû jinên cîhanê ye ku yekbûna me xurt bike û xebatên xwe zêdetir bikin bi vê awayî dagirker tu carî wê nikaribe li hember îradeya jinê bibe asteng û tune bike." -
Li Swêdê jin li dijî tundiyê daketin qadan
Di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê de li gelek herêmên Swêdê çalakî pêk hatin. -
KJK: Divê têkoşîna jinan a gerdûnî bidome
Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Şîddeta Li Ser Jinan diyar kir ku çalakiyên xurt tên kirin û bang kir ku divê hevgirtina jinan a gerdûnî li her derê bidome. -
Li Stûttgart, Munchen, Hambûrg û Kasselê meşên 25'ê Mijdarê
Li bajarên Stûttgart, Munchen, Hambûrg û Kasselê li dijî tundiya li jinê meş pêk hatin. -
Li Kolnê bi hezaran kes li dijî tundiya li jinê meşiyan
Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi hezaran jin di meşa 25'ê Mijdarê de li hev kom bûn. Jinên Kurd mohra xwe il çalakiyê xistin û Şoreşa Jinê ya Rojava silav kirin. -
Li Kerkûkê şîddeta li ser jinan hate protestokirin
Bi munasebeta roja cîhanî ya têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinê civînek hate lidarxistin, di civînê de ji hukumetê hate xwestin ku di parastina jinan de bibe xwedî rol. -
Jinan li Taksîmê gotin: Ew ê jineke din ji nav me kêm nebe
Bi hezaran jin li Taksîmê meşiyan û gotin ku “Êdî tehamula me tuneye ku, jineke din ji nav me kêm bibe.” -
Li Montpellîerê jin li dijî şîddetê daketin qadan
Li bajarê Montpellîer ê Fransayê li hemberî şîddeta li ser jinan, meşek hate lidarxistin. -
Jinên Efrînê li dijî şîddetê daketin qadan
Bi hezaran jinên ji Efrîn û Şehbayê li dijî şîddeta li serjinan daketin qadan. -
Li 3 navendan semînerên derbarê 25’ê Mijdarê pêk hat
Li bajarên Aachen, Wuppertal û Euskîrchen ên Elmanyayê di semînerên ku bi munasebeta roja 25’ê Mijdarê de hatibû organîzekirin li ser şoreşa jin a li Rojava bal hate kêşandin. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin daketin qadan
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin ji bo 25’ê Mijdarê daketin qadan. Jinan faşîzma dewleta Tirk protesto kirin. -
Di bin dorpêça polîsan de çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li Kurdistanê polîsan çalakiyên jinan ên ji bo 25’ê Mijdarê asteng kirin. Jin tevî dorpêça polîsan jî çalakî kirin. -
JKŞ: Dewleta Tirk şîddeta mêran li Rojava didomîne
Jinên Komunîst ên Şoreşger diyar kir ku rûyekî şîddeta mêran bi destê dewleta Tirk li Rojava didome. -
Jin li qadan in: Şer destekê dide tundiyê
Jinan di çarçoveya 25’ê Mijdarê de çalakî lidarxistin û balkişandin ser politîkayên şer. -
PAJK: Em ê bi bîranîna hevrê Çîçek re bin
PAJK'ê Çîçek Botan û Dilgeş Botan ên li Dersimê şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir, wê li têkoşîna Çîçek bibin xwedî û bi bîranîna wê re bin. -
Taşdemir: Hersê jinên ji Komara Domînîkê îro bûne Sêvê, Sara û Hevrîn Xelef
Meclîsa Jinan a HDP’ê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî li Amedê çalakiyek lidarxist. -
Li Bakurê Kurdistanê di salekê de 54 jin hatin kuştin
ÎHD’ê ragihand ku li Bakurê Kurdistanê di salekê de 54 jin hatine kuştin. Di raporê de tundî û destdirêjiya polîsan a li jinan hate destnîşankirin. -
Li gundê Avşîn ê Elegezê çalakiya 25'ê Mijdarê pêk hat
Jinên gundê Avşîn ê li herêma Elegez a Ermenistanê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê çalakiyek kirin. -
Bi deh hezaran jin tên qetilkirin
Li dinyayê her sal bi deh hezaran jin ji aliyê hevser an jî endamên malbata xwe ve tên qetilkirin û her sê jinan yek herî kêm carekê dibe hedefa tundiya zayendî.