Li 3 navendan semînerên derbarê 25’ê Mijdarê pêk hat

Li bajarên Aachen, Wuppertal û Euskîrchen ên Elmanyayê di semînerên ku bi munasebeta roja 25’ê Mijdarê de hatibû organîzekirin li ser şoreşa jin a li Rojava bal hate kêşandin.

Meclîsa Jinan a Wuppertalê bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan semînerek organîze kir. Di semînerê de çalakgerê TJK-E Gonûl Kaya li ser kokên dîrokî ya şîdeta li hemberî jinê axivî. Kaya bal kişand ser hişmendiya zilamsalar ku bi giştî çavkaniya çanda şîdetê ye û got: “Ew çanda şîdetê ne tenê jinan ji ber ku civak, xweza û bi giştî nirxên mirovî qir dike. Di wê wateyê de çanda şîdetê rewşeke ku pergalê çêkiriye.”

Di semînera ku li Euskîrchenê de hate pêşkêşkirin de li ser şoreşa jin a li Rojava bal hate kişandin. Nûnerê YJK-E Nûda Amed diyar kir ku Têkoşîna Azadîxwaziya Jinên Kurd alaya ku ji xwîşkên Mîrabel hatiye girtin, hilgirtiye. Her wiha anî ziman ku îro jî êrîşên dagirkerî ya li ser Rojava, şoreşa jin kiriye armanc û êrîşekî li dijî pergala jin e.

Amed bi dayîna mînaka şîdeta ku li hemberî Hevrîn Xelef û şervana YPJ’yî Amara Rênas pêkhatî wiha pê de çû: “Di mehên bihorî ku pêngava ‘Ji bo azadî û guhertinê tu jî rabe ser piyan’ hatibû destpêkirin armanc dike ku çanda şîdetê ya ku pergalê çêkirî ji holê rabike.”

Amed her wiha diyar kir ku pêngav, pêngavekî guhertinê ya civakî ye û bang kir ku ew pêngavê veguhezînin hemû beşên civakê.”

Li Aachenê jî semînerek bi heman naverokî  hate dayîn.