Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin daketin qadan

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin ji bo 25’ê Mijdarê daketin qadan. Jinan faşîzma dewleta Tirk protesto kirin.

Lİ Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinê li gelek bajaran meşiyan.

DIRBÊSİYÊ

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û bi dirûşma "Dagirkerî tundî ye, bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin" bi sedan jinên navçeya Dirbêsiyê û gundewarên wê meşek li dar xist.

Jinan di meşê de, wêneyên sekreterê giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef, wêneyên şervan Amara, dayika Eqîde û wêneyên komkujiyên ku artêşa dewleta Tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne û alên YPJ’ê hilgirtin. Her wiha jî jinan cilên bi nivîsên "Na ji tundiya li dijî jinan re" li xwe kiribûn.

Li aliyekî din jî bi navê Kongreya Star a kantona Hesekê Zêneb Murad bal kişand ser ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jinên Kurd hedef digirin. Ji ber ku jinên Kurd li tevahî cîhanê bi berxwedana xwe ya li hember terorîstan tên nasîn û dê dirûşma wan her ‘berxwedan jiyan e’ be.

TIL BIRAK

Her wiha bi boneya 25’ê Mijarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi dehan jinên navçeya Til Birakê li pêşiya çerxerêya firina başûr kom bûn û dest bi meşê kirin.

Meşvanan sloganên "Jin jiyan e, jiyanê nekujin", "Bi têkoşîna jinan wê Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bibin", "Na ji tundiya li ser jinan re", "Berxwedan jiyan e" berz kirin.

Meşvan li pêşiya Çerxerêya Şehîdan a li naverasta navçeyê sekinîn û bi deqeyekê rêz girtin. Piştre bi navê meclisa navçeyê Neda Behlewî, bi navê meclisa kantona Qamişlo Sebah Osman, bi navê Kongreya Star jî Henan Silêman axivîn. Axaftvanan diyar kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûiyê ku hatine dagirkirin, tundî rojane li dijî jinan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve pêk tê.

Meş bi slogan û dirûşmên silavkirina berxwedana jinan, bi dawî bû.

EYN ÎSA

Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa û kantona Girê Spî bi boneya 25’ê Mijdarê meşek organîze kir.

Meşa ku hejmara jinan tê de pir bû, ji Çerxerêya El-Beca ya li naverasta navçeya Eyn Îsayê dest pê kir û li tevahî kolanên sereke gerî û li ser Rêya M4 veguherî mîtîngê.

KOBANÊ

Bi dirûşma "Dagirkerî tundî ye, bi rihê berxwedana Hevrînan em ê dagirkeriyê têk bibin" bi sedan şêniyên kantona Kobanê li Qada Jina Azad kom bûn û meşek li dar xist.

Şêniyan dirûşmên şermezarkirina dagirkeriya Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kiryarên wê yên li dijî jinan berz kirin.

Nesra Xelîl endama rêveberiya Kongreya Star a kantona Kobanê, axivî û daxwaz ji civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku bi erka xwe rabin û û dagirkeriya Tirkiyeyê têk bibin, her wiha nehêlin komkujiyan li ser jinan û zarokan pêk bînin.

Nesra diyar kir ku dagirkeriya Tirk hovîtî û israra xwe ji bo betalkirina rola jinan di beşdarbûna jiyana civakî, siyasî û leşkerî de îsbat kir, dewleta Tirk bi rêdayîna kuştina têkoşer Hevrîn Xelef û bi dehan jinên din îsbat kir.

ŞEDADÊ

Li navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê, bi dehan jin bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan meşiyan.

Meş ji pêşiya meclisa navçeyê dest pê kir, jinan pankartên "Şer rawestînin, na ji tundiya jinan re" hildan.

Li navenda navçeyê jinan deqeyekê rêz girt, paşê endama Kongreya Star Rîhan Loqo axivî û diyar kir ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikaribûn gavên mezin biavêjin da ku tundiya li ser jinan rawestînin, her wiha bûn serkêşên hemû qadên jiyanê.

GIRKÊ LEGÊ

Bi dehan jinên navçeya Girkê Legê li Qada Şehîd Xebat a rojhilatê navçeyê kom bûn û meşek bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li dar xist.

Xwepêşandêran wêneyên şehîd Hevrîn Xelef, dayika Eqîde, pankartên "Dagirkerî tundî ye û em hemû Hevrîn in" û alên Kongreya Star hildan û li sûka navendî gerîn. Her wiha jî dirûşmên li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî berz dan û berê xwe dan mala dayika Eqîde ya şehîd ku di karwanê sivîlan ê Serêkaniyê de ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatiye bombebarankirin û şehîd bûbû.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi navê Tevgera Civaka Demokartîk (TEV-DEM) hevseroka meclisa tevgerê Zelal Cîger û bi navê Kongreya Star Perwîn Yûsif axivîn.

MINBIC

Bi dirûşma "Dagirkerî tundî ye, bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin" bi sedan şêniyên bajarê Minbicê meşeke girseyî bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, li dar xist.

Meş ji Çerxerêya El-Mîzan a rojavayê bajêr ber bi kolana El-Wadî ya li naverasta bajêr ve dest pê kir û meşvanan pankartên bi nivîsên "Vîna me ji tundiya we bi hêztir e û destên xwe yên zilmkariyê rakin", "Hevrîn rûmeta me ye" û " Tundiya mezin, şer e" hildan.

Meşvanan deqeyekê rêz girt û piştre bi navê Meclisa Jinan a Sûriyê berdevka meclisê Îbtîsam Abduqadir axivî û wiha got: "Bi navê jinên Minbicê, silavên rêzdariyê ji bo rihên Xwişkên Mirabal û rihê her jineke azad ku li dijî her cure tundî û destpotiyê li ber xwe daye, pêşkêş dikin. Di vê rojê de dengê xwe tev li dengên tevahî jinên cîhanê dikin ku tevahî cureyên tundiya li dijî jinan rawestînin."

HELEB

Îro bi sedan ciwan û jin û dayikên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyêyên Helebê bi boneya 25’ê Mijdarê meşek li dar xist. Jin li pêşiya Hola Civînan a 8`ê Adarê kom bûn û pankartên "Zarokên me nekujin, jin jiyan e, jiyanê nekujin, Amara rûmeta me ye, Hevrîn sembola yekbûna gelan e û na ji tûndiyê re, li dijî dagirkeriya Tirkiyê serhildanê li dar bixin" û gelek pankartên din hildan.

Jin di kolanên sereke ên taxa Şêxmeqsûd re meşiyan û dirûşm berz kirin.

DÊRIK

Li bajarê Dêrikê bi hezaran jin li Qada Azadî kom bûn û wêneyên têkoşeran û sembolên Kurdî û wêneyên zarokên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûn, hildan.

Şênî li kolanên bajarê Dêrikê meşiyan û dirûşmên şermezarkirina tundiya li dijî jinan ji aliyê faşîzma Tirkiyê û çeteyên wê ve berz kirin û wêneyên şehîd Hevrîn, Çîçek Kobanê û Amara Rênas hildan.

Jin ber bi Qada Jina Şoreşger ve meşiyan, her wiha deqeyekê rêz girtin. Paşê berdevka Kongreya Star Evîn Swêd axivî û spasiya hemû jin û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û taybet ên di têkoşerên rizgarkirina jinan ji hişmendiya baviksalar kir.

Meş bi dirûşman bi dawî bû.

TIL HEMÎS

Jinên navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo meşek ji bo Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, li dar xist.

Meş ji pêş meclisa navçeyê dest pê kir û li tevahî kolanên sereke gerî. Beşdaran pankartên "Bi rihên wê yên fedayî neteweya demokratîk pêk tê, na ji dewleta Tirk a dagirker re, dagirkerî tundî ye... bi berxwedana Hevrînan dê dagirkerî û faşîzmê têk bibin" ku bi zimanên erebî, kurdî û îngilîzî hatibûn nivîsîn, wêneyên şehîd, têkoşerên şoreşê, alên YPJ’ê û alên Kongreya Star hildan.

HESEKÊ

Kongreya Star li bajarê Hesekê bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan meşek li dar xist û bi sedan şêniyên bajêr li Çerxerêya Sînalko kom bûn û berê xwe da Çerxerêya Agirkujiyê.

Beşdaran pankartên bi nivîsên "Hevrîn sembola yekîtiya jinan e, xak xaka me ye, daxwaza me darizandina Erdogan e û QSD’ê hêza me ye" tevî dirûşmên silavkirina berxwedana jinan, Berxwedana Rûmetê û şehîdan berz kirin.