Jinên Kurd, Rûs û Qirgiz li Moskowê kom bûn

Ji ber 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Navnetewî ya Dijî Tundiya li ser Jinê li paytexta Rûsyayê Moskowê rêxistinên jinên Kurd, Rûs û Qirgiz bi konferanseke hevpar bal kişandin ser têkoşîna jinan.

Tevgera Jina Kurd a Rûsyayê, Jinên Tevgera Hêzê ya Rûs, saziya rêxistina civakî ya Dalda a Global, Tevgera Jinan a Rûs, organizasyona jinan Aruuzat Ayal a Qirgiz 25’ê ji bo 25’ê Mijdarê konferanseke hevpar dan û tundiya li ser jinê gotebêj kirin. Di konferansê de her wiha piştevaniya jinê hate destnîşankirin.

Konferans li hêwana konferansê ya Otel Kosmosê hate kirin. Gelek organîzasyonên jinan, rewşenbîr, akademisyen, diplomat, karsazên jin û aktivîs hazir bûn. Li konferansê peyama Tevgera Jinan a Şengalê hate xwendin.

Li ser navê Jinên Tevgera Hêzê ya Rûsyayê Stevlena Nîkolaevna axivî. Nîkolaevna got,’’Di rojeke wiha girîng de, ji bo me girîng e ku bi tevgerên jinan re em piştevaniya hev dikin. Ji bo me watedar e ku gelek tevgerên jinan ên ji gelên cuda li nav me ne, nexasim bi tevlêbûna jinên Kurd konferansa me bêhtir watedar bûye.’’

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên Rûsyayê Culyeta Aram axivî. Aram bal kişande ser têkoşîna hêzên YPJ’ê, YJŞ’ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û got, ‘’Bi têkoşîna xwe ji bo jinên cîhanê bûne kana îlhamê.’’ Aram her wiha got hêzên jinên Kurd şer ji bo xwe mîna vebijêrkekê nabînin, ji ber ku di haveyndê jinê de aştî û azadî heye, ji bo ku rêxistiniya civakê li gorî van krîteran bike têdikoşe. Aram got, ‘’Ji bo civakeke azad û rêxistiniya xwe li gorî rêz û rêçikên xwe daniye, jinên Kurd her roj têkoşînê geş dikin.’’

Li konferansê peyama Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzîdî (TAJÊ) hate xwendin. Di peyamê de TAJÊ’yê têkoşîn û berxwedana jinan a li Şengalê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê hate destnîşankirin, hate gotin ,’’Têkoşîn û berxwedan hatiye astenge girîng. Jinên Kurd bi serfiraziya li dijî DAÎŞ’ê û hişmendiya ku temsîla wê dike, hêz û vîna jinên azad derxistiye holê. Ev serkeftin ne tenê ji bo jinên herêmê, ji bo hemû jinên cîhanê bûye kana îlhamê.’’

Di peyamê de her wiha hate gotin Konfederalîzma Demokratîk pergaleke wiha ye ku azadiya jinê dide pêş û diyar kir jin pêşengiya vê pergalê dikin. TAJÊ’yê gotin, ‘’Ji ber vê, em vê pergala ku jin bi rengekî wekhev û bi vîna azad dikarin temsîla xwe lê dibinin, altarnatîva pergala netew-dewletê dibinin.’’