Li Osloyê şervanên jin hatin silavkirin

Jinên Kurd û dostên wan ên Norweçî ku ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Şinê li paytext Osloyê hatin ba hev mîtîngek lidar xistin.

Jinên Kurd û jinên Norweçî yên ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Jinê li paytexta Norweç Osloyê li pêşiya Parlementoyê mîtîngek lidar xistin.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre li ser navê rêxistinên Kurdî Rozerîn Algunerhan axivî û silavên jinên Kurd ên şoreşger gihandin jinên Norweç û cîhanê. Algunerhan bal kişand ser têkoşîna jinên Kurd û dîsa hovîtiya çeteyên Tirk ên êrîş şervanên YPJ’ê dike. Algunerhan anî ziman ku têkoşîna jina Kurd kir ku DAÎŞ têk çû.

Algunerhan diyar kir ku têkoşîna jina Kurd ji bo hemû jinên cîhanê ye û banga yekîtiyê li hemû jinan kir ku li dijî sîstema modernîteya kapitalist û neolîberalîzim û sîstema kapitalist têbikoşin.

Di dewama mîtîngê de li ser navê gelek rêxistinên jin ên tevlî çalakiyê bûne peyam hatin dayîn.

Mîtîng bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî bû.