Li gundê Avşîn ê Elegezê çalakiya 25'ê Mijdarê pêk hat

Jinên gundê Avşîn ê li herêma Elegez a Ermenistanê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê çalakiyek kirin.

Jin li gundê Avşîn ê herêma Elegezê ya Ermenistanê li hev kom bûn û bi wesîleya 25'ê Mijdarê daxuyaniyek weşandin.

Di dema çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Ocalan, Hevrîn Xelef û ala PAJK'ê hate hildan. Ji Yekîtiya Jinên Azad a Ermenistanê Çîçek Rizgar di daxuyaniyê de axivî.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku bi pêşengiya jinan li Rojava destketiyên mezin hatin afirandin û hate gotin, "Rejîma AKP-MHP'ê hêza ku bi van destketiyan afiriye li dijî sîstema xwe metirsîdar dibîne. Lewma êrişî jinan dike ku li ti deverê nebe xwedî hêz. Ji ber van êrişan em ê ji têkoşîna xwe paş de gavê neavêjin. Êrişa li dijî jinê êrişa li dijî her kesî ye."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew berxwedana jinê li her qadê mezin bikin.