Di bin dorpêça polîsan de çalakiyên 25’ê Mijdarê

Li Kurdistanê polîsan çalakiyên jinan ên ji bo 25’ê Mijdarê asteng kirin. Jin tevî dorpêça polîsan jî çalakî kirin.

MÊRDÎN

Li navçeya Qoser a Mêrdînê meşa jinan a ji bo 25’ê Mijdarê ji aliyê polîsan ve hate qedexekirin. Gelek jinan ku di nava wan de Parlamenterên HDP’ê Ebrû Gunay û Pero Dundar jî hebûn xwestin bimeşin Qada Azadiyê. Lê polîsan bi hinceta qedexeya çalakiyan heye meşa jinan asteng kir.

Pero Dundar a HDP’yî diyar kir ku di dema desthilatdariya AKP’ê de tundiya li jinê zêde bûye û bal kişand li ser kuştinên jinan.Dundar got AKP jinan ji bo xwe weke gefekê dibîne.

Komîsyona Mafê Zarok û Jinan ya Baroya Mêrdinê jî xwest li pêşiya edliyeyê daxuyanî bidin lê polîsan daxuyanî asteng kirin û civîna çapemeniyê hate lidarxistin.

ŞIRNEX

 Li navçeya Cizîr a Şirnexê jî jinan xwestin bimeşin lê meş ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Parlamenterên HDP’ê Semra Guzel û Nûran Îmîr jî nav de gelek jin li avahiya partiyê li hev civiyan. Polîsan hemû rêyên diçin avahiyê dorpêç kirin. Polîsan nehiştin jin ji avahiya partiyê derbikevin.

Îmîr diyar kir ku astengkirin tundiyeke li dijî jinan e. Semra Guzel a HDP’yî jî got; “Bi teqez têkoşîna me ya li dijî tundiya dewletê wê bi ser bikeve.”

 Hevseroka Navçeya HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç jî wiha got; “Em ê li dijî tunehesibandina îradeya jinê, li dijî siyaseta qeyûm li dijî êrîşên ser hevserokatiyê li qadan bin.”

WAN

 Li Wanê jî bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) jinan xwestin li Parka Mûsa Anter meşekê li dar bixin lê polîsan li vir jî meş asteng kirin. Li pêşiya avahiya HDP’ê ya navçeya Rêya Armûşê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn, Meclîsa Dayikên Aşitiyê, Parlamentera HDP’ê û Berdevka Jinan Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Parlamentera Mûşê Şevîn Coşkûn, Parlamentera Wanê Mûazzez Orahn, hevşaredarên bajêr, hevserokên HDP’ê û gelek jinên bajêr beşdarî daxuyaniyê bûn.

Taşdemîr axivî û got; “Em jin em ê tu caran qadan bernedin. Îro jinên ku li dijî zextan têdikoşin mixabin ji aliyê dewlet û AKP’ê ve dixwazin werin tunekirin. Em dizanin ku desthilatdariya AKP’ê bi pêkanîna zext û tundiyê li ser pêyan e. Hişmeniya zilam û qeyûm saziyên jinan digrin. Di nava şaredariyê de dest datînin li ser sîstema ku jinan ava kirine.”

Piştî daxuyaniyê jinan xwestin bimeşin lê meş ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Jinan li beramberî dorpêça polîsan li ber xwe dan û bi dirûşmeyan heta avahiya HDP’ê meşiyan.