Li Montpellîerê jin li dijî şîddetê daketin qadan

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê li hemberî şîddeta li ser jinan, meşek hate lidarxistin.

Jin bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinan li Parka Peyroû hatin ba hev û meşek li dar xistin.

Di meşê de sloganên ‘Jin, jiyan, azadî’ hate berzkirin. Di meşê de belavok hate belavkirin û meş li qada Comedîeyê veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de axaftin hate kirin. Di axaftinan de hate gotin ku “Şîddeta li ser jinê, polîtîkayeke dewletê ye. Şervanên jin ên Kurd li hemberî barbarîzma DAÎŞ’ê têkoşiyan. Lê îro hêzên navneteweyî piştgiriyê didin rejîma Erdogan, şoreşa jinan û mafên wan dikin hedef. Em natirsin, wê berxwedana me bidome.”

Çalakî bi govendê bi dawî bû.