JKŞ: Dewleta Tirk şîddeta mêran li Rojava didomîne

Jinên Komunîst ên Şoreşger diyar kir ku rûyekî şîddeta mêran bi destê dewleta Tirk li Rojava didome.

Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinê îro daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Dengê pêyê têkoşîna azadiya jinan, serweriya mêran dide tirsandin. Îro rûyekî şîddeta mêran bi destê dewleta Tirk li Rojava didome. Hêzên dagirker ên Tirk îro êrîşî şoreşa jinan a Rojava dike. Şoreşa Rojava îlham dabû cîhan û Rojhilata Navîn.”

Di daxuyaniyê de Hevrîn Xelef hate bibîranîn a ku hatibû qetilkirin û hate diyarkirin ku “Em bang li jinan dikin ku bila bi sloganên xwe cîhanê bihejînin.”