Li Kerkûkê şîddeta li ser jinan hate protestokirin

Bi munasebeta roja cîhanî ya têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinê civînek hate lidarxistin, di civînê de ji hukumetê hate xwestin ku di parastina jinan de bibe xwedî rol.

Bi pêşengtiya şaxa Kerkûkê ya Komeleya Jinên Kurdistanê îro êvarê li baxçeya kelha bajarê Kerkûkê civînek pêk hat.

Daxuyaniya civînê ji aliyê endama şaxa Kerkûkê ya Yekîtiya Jinan Îlham Ezîz ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Îro li Kurdistan û Iraqê her çiqasî di medya, rojname û malperan de behsa parastina mafên jinan tê kirin lê di rastiyê de Iraq ji jinan re bûye dojeh ku rojane em nûçeyên kuştina dayîk û xwîşkên xwe dibihîsin ku di bin navê paqijkirina namûs û rûmetê de têne kuştin û kujerên wan jî di bin siya desthilat de têne veşartin û parastin.”

Her wiha Ezîz got: “Rêjeya tund û tîjiyên ‘fîzîkî, derûnî û zayendî’ zêde dibe. Nebûna stargeh ji bo jinên ku ji ber hevjîn, bav û birayên xwe direvin dihêle ku pirsgirêk û êşên jinan zêdetir bibe.

Di civînê de ji parlemetoya Iraqê hate xwestin ku: “Bi rêya çêkirina qanûnên pêşverû ku rê li ber kuştin û şîdeta li hember jinê bigire û qet rê neyê dayîn ku di bin navê paqijkirina rûmet û namûsê xwîna xwîşk û dayîkên me birije. Kesên ku di bin navê wê hincetê de destê di xwîna her jinekê de hebe, bi şêweyekî pir tund bê cezakirin.”