Fatma Silêman: Divê yekbûna jinên cîhanê xurt bibe

"Banga min li hemû jinên cîhanê ye ku yekbûna me xurt bike û xebatên xwe zêdetir bikin bi vê awayî dagirker tu carî wê nikaribe li hember îradeya jinê bibe asteng û tune bike."

Endama Koordînasiyona Kongra Star Fatma Silêman têkilî 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Navnetewî Dijî Tundiya li ser Jinê axivî.

Silêman bi bîr xist ku dewleta Tirk dema ku êriş bir ser Efrînê beriyaher tiştî êrişî jinê kirin û got, "Xwestin ku di şexsê jinê de îradaya wê bişkînin û her tim kole bimînin. Tundî ne tenê ew e ku mirov êrîşê bibe ser jinan. Dema ku êrişê dibin ser deverên dîrokî ev jî tundî ye."

Fatma Silêman anî ziman ku hêzên dagirker her tim xwestin jin di malan de bimînin, li azadiya xwe nefikirin û got, "Lê niha jinan serî hildaye, ji bo azadiya xwe têdikoşe. Li ber xwe dide heya asta şehadetê. Şehîd Barîn Kobanê bi rengekî  hovana şehîd xistin û cesedê wê parçe parçe kirin. Xwestin me jinan hemiyan ji hev parçe bikin û tu carî fikira me nebe yek û li azadiya xwe nefikirin. Lê bi fikir û felsefeya Rêber Apo ku jin gihand vê astê, dixwazin wê jinê tune bikin. Ji ber ku tirsek wan ji jinê heye, jin aştiyê tîne, jin wekheviyê tîne, jin civakê bi rêve dibe. Bi tundiya li ser jinê dixwazin civakê parçe bikin."

Fatman Silêman bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, "Her wiha li bakur û rojhilatê Sûriyê ew êrîşa ku anîn ser gelê me, zarok û jinên me dan qetil kirin. Mînaka herî mezin Yadê Eqîd e. Di şexsê wê de xwestin gelê welatparêz ji hev qut bikin. D heman demê de Hevrîn Xelef ya ku dixwest hemû gel bibe yek. Ji bo vê dan qetilkirin û eşkence li ser cesedê wê hate kirin. Her wiha şehîd Amara, dixwestin di şexsê wê de zihniyeta azadiyê û jinê têk bibin ji ber wê hate qetilkirin.

Lê em jinên azad, bi hezaran şehîdên ku canê xwe feda kirin, ji bo azadiya jinê, ji bo fikirekî azad, ji bo vê yekê dixwazin hertim me tune bikin. Lê dijmin tu carî nikare îradaya jinê bişkîne, nikara jinê ji berxwedaniyê qutbike. Me niha azadî nas kir, tu kes nikare me ji vê fikir û felsefeya ku rêber Apo dayî me dûr bixîne. Banga min li hemû jinên cîhanê ye ku yekbûna me xurt bike û xebatên xwe zêdetir bikin bi vê awayî dagirker tu carî wê nikaribe li hember îradeya jinê bibe asteng û tune bike."