Bi deh hezaran jin tên qetilkirin

Li dinyayê her sal bi deh hezaran jin ji aliyê hevser an jî endamên malbata xwe ve tên qetilkirin û her sê jinan yek herî kêm carekê dibe hedefa tundiya zayendî.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) li tevahiya dinyayê di sala 2017'an de herî kêm 87 hezar jin ji aliyê partnerên xwe yan jî endamên malbatên ve hatin qetilkirin.

Di serî de Latîn Amerîka û welatên Efrîkayê bi 10 qatî zêdetir jin hatin kuştin.

Li gorî rêjeya nifûsa xwe jin herî zêde li El Salvadorê hatin kuştin ku welatekî Emerîka Navîne. Li El Salvadorê ji 100 hezar jinan 13.9 ji wan hatin kuştin.

Jamaîka di rêza duyemîn de ye ku her ji 100 hezar jinan 11 jin hatin kuştin. Li Komara Efrıkaya Başûr jî her 100 hezar jinan 9 jin hatin kuştin.

Li gorî daneyên UNODC li tevahiya dinyayê 57 ji sedî yê jinên hatin qetilkirin (50 hezar jin) ji aliyê partnerên xwe yan jî endamên malbatê ve hatin qetilkirin. Ji wan 30 hezar jin ji aliyê partner an jî hevserê xwe yên berê ve hatin qetilkirin. Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) ev rêje di nava tevahiya jinên hatin qetilkirin de 38 ji sedî ye.

Ji jinên ji aliyê hevser an jî endamên malbatê ve hatin qetilkirin du ji pêncên wan li parzemîna Asyayê yanî 20 hezar ji 50 hezar jinên hatin qetilkirin li Asyayê bûn.

Li parzemîna Efrîkayê 19 hezar jin, li Bakur û Başûrê Emerîkayê 8 hezar jin, li Ewropayê 3 hezar jin û li Okyanûsan jî 300 hezar jin hatin kuştin.

Lê belê tê texmînkirin ku hejmara rasteqîn ji vê zêdetire. Li gorî komeleya Navenda Anna ya li Rûsyayê ku li dijî tundiya li jinê ava bû, her sal zêdeyî 8 hezar jin li Rûsyayê tên kuştin. Halbûkî di hejmara Neteweyên Yekbûyî de ji bo tevahiya Ewropayê tenê 3 hezar jin hatin ragihandin ku ji aliyê hevser an jî endamên malbatê ve hatin qetilkirin.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî her sal herî kêm 5 hezar jin ji aliyê endamên malbatê ve bi hinceta 'namûsê' tên qetilkirin. Herî kêm hezar ji wan jî li Hindistanê tên qetilkirin.

Li gorî daneyên WHO her yek ji sê parên jinên li tevahiya dinyayê mexdûrên tundiya fîzîkî û zayendî ne.

Li gorî WHO 7 ji her 100 jinên li tevahiya dinyayê dibin hedefa êrişên zayendî yên hevser an jî mirovên li derveyî malbata xwe.

Her wiha li dinyayê ku salane 90 hezar mirov ji ber şer dimirin, di şer de destavêtina li jinê weke 'amûreke şer' ji aliyê hin koman ve tên bikaranîn. Neteweyên Yekbûyî kolekirin û revandina jinên Kurd ên Êzidî ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve weke mînakek ji vê yekê re destnîşan kir. Li gorî Neteweyên Yekbûyî ji 6 hezar 500 jin û zarokên Êzidî yên ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatin revandin tenê nîvê wan hatin rizgarkirin.

Şerê sereke yê ku destavêtin li jinan tê kirin şerê navxweyî yê Komara Kongo ya Demokratîke.