Li Stûttgart, Munchen, Hambûrg û Kasselê meşên 25'ê Mijdarê

Li bajarên Stûttgart, Munchen, Hambûrg û Kasselê li dijî tundiya li jinê meş pêk hatin.

Bi banga Fraûenbundnîs ku gelek partî û rêxistinên civakî di nav de hene li Rotebuhlplatzê bi wesîleya 25'ê Mijdarê bi sedan jin li hev kom bûn.

Di çalakiyê de dirûşma "Jin, jiyan, azadî" hatin qîrîn. Nûnerên Zûsammen Kampfen Stûttgart, ADKH, Coûrage û YJK-E axivîn.

Jin piştî axaftinan meşiyan. Meş li Marstallstrasseyê bi gerandina govendê bi dawî bû.

MUNCHEN

Li bajarê Munchen ê Elmanyayê bi beşdariya gelek saziyên jinan çalakiya 25'ê Mijdarê pêk hat. Di meşê de pakarta ji wêneyê siyasetmedara Kurd a li Rojava hate qetilkirin Hevrîn Xelef hate hildan. Her wiha posterên şoreşgerên jin hatin hildan.

Di çalakiyê de dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî YPJ" hatin qîrîn. Bi navê Meclîsa Jinê ya Sara axaftin hate kirin. Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê meşa 25'ê Mijdarê pêk hat. Ji bo meşa ji du baskan ve jin li Altonayê li hev kom bûn.

Di meşê de pankarta "Jin, jiyan, azadî", "Bes e ji kuştina jinan re", "Tundiya li jinê polîtîk e" hildan. Di çalakiyê de wêneyên şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, her wiha Roza Luksembûrg û xwişkên Mîrabel û alên YPG'ê hatin hildan.

Jin piştre li kolanên herî qelebalix ên Hambûrgê meşiyan.

KASSEL

Li bajarê Kasselê yê Elmanyayê meşa 25'ê Mijdarê pêk hat. Rêxistinên Women Defend Rojava, Fraûen Haûs, Îmîgranten, Dîe Lînke, YJX û jin ên ciwan ên Kurd pêk anîn. Meşê li qada Am Sternê dest pê kir.

Piştre li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Kasselê mîtîngek pêk hat.