Jinên Efrînê li dijî şîddetê daketin qadan

Bi hezaran jinên ji Efrîn û Şehbayê li dijî şîddeta li serjinan daketin qadan.

Bi hezaran jinên ji Şehba û Efrînê ji gundê Til Sûsin ber bi kampa Serdem ve meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên ‘Bi sonda ku me adaye Eqîde, Hevrîn, Barîn û Amarayan em ê tola we hildin’ û ‘Dagirkerî tundî ye, em ê faşîzmê têk bibin’ hate berzkirin.

Li Kampa Serdemê li ser navê Koordînasyona Kongra Stgar Fatmê Silêman û li ser navê Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê Rîhab Cebo axivîn.

Di axaftinan de hate gotin ku “Li ser me şîddet heye û lê divê dijminê  me baş bizanibe ku em tu carî ji dagirkeriyê natirsin.”

Piştî axaftinan Koma Şehîd Viyan Amara govend gerand û şanoyek hate pêşkêşkirin.