Li Bakurê Kurdistanê di salekê de 54 jin hatin kuştin

ÎHD’ê ragihand ku li Bakurê Kurdistanê di salekê de 54 jin hatine kuştin. Di raporê de tundî û destdirêjiya polîsan a li jinan hate destnîşankirin.

Şaxê Amedê yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bîlançoya tundiya li dijî jinê ya sala dawî eşkere kir. Civîn li avahiya ÎHD’ê ya li Şaxê Amedê hate lidarxistin. Di civînê de Endama Komîsyona Jinan a ÎHD’ê Ezgî Silademîr axivî û wiha got; “Her roj 3 jin têne kuştin, sala 2019’an li Amedê 4 jin bi awayekî hovane ji aliyê xizmên xwe ve hatine qetilkirin.”

Rapora ÎHD’ê ya ku ji 25’ê Mijdara 2018’an heta 25’ê Mijdara 2019’an hatibû amadekirin ji aliyê Endama Komîsyona Jinan a ÎHD’ê Derya Yildirim ve hate xwendin.

Di raporê de hate gotin ku ji şerê 2011’an yê li Sûriyê de nêzî 5 hezar jinên Êzidî ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin dilgirtin û heta niha aqûbeta 3 hezar jinan jî nayê zanîn.

Li aliyê din di raporê de hate diyar kirin ku li gorî Rapora 2018’an ya Wekheviya Zayendî ya ji aliyê Forma Aborî ya Cîhanê ve hatî amadekirin Tirkiye di nava 149 welatan di rêza 130’an de cih digre.

Di rapora ÎHD’ê ya sala 2019’an de hate gotin ku li Bakurê Kurdistanê di nava salekê de 54 jin hatine kuştin.