KJK: Divê têkoşîna jinan a gerdûnî bidome

Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Şîddeta Li Ser Jinan diyar kir ku çalakiyên xurt tên kirin û bang kir ku divê hevgirtina jinan a gerdûnî li her derê bidome.

Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Şîddeta Li Ser Jinan bi hêrsa li hemberî şîddeta mêrane bi çalakiyên xurt hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Li ku dera cîhanê dibe bila bibe, em hemû jinên ku ji bo aştî, edalet, wekhevî, azadî û demokrasiyê daketine qadan ji dil silav dikin.

Jinan li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê bi bîr, bawerî û biryardariya xwe daxwazên xwe anîne ziman û hevgirtineke xurt a avkairina jiyaneke azad ava kirine.

PÊLA ŞÎDDETÊ

Faşîzm ji Emerîkaya Latîn heta Rojhilata Navîn li her derê êrîşî gel û civakan dike. Lê çalakî û hevgirtina jinan redkirina feraseta mêrane xurt kirine û jiyana azad a wekhev xurt bûye. Li Tirkiye û Kurdistanê çalakî di bin dorpêç û êrîşa polîsan de domiyaye. Ligel vê jî jin ji bo ku destkeftiyên jinan biparêze û xwedî li mafên xwe derkevin daketin qadan û şîddet şermezar kirin.

Li Tirkiye û Kurdistanê ji ber ku dewlet şîddetê teşwîq dike, her roj jinek tê kuştin, bi hezaran jin tên eşkencekirin û bi sed hezaran jin hejar tên hiştin. Şîddet ji aliyê hikumeta AKP’ê û şefê faşîzmê Erdogan ve rojane tê hilberandin. Asta rêxistinkirina jinan û saziyên ku hatine avakirin êdî pêşiya wê nayê girtin. Jin dibînin ku li ser wan êrîşên îstîsmar, tecawiz û qirkirin heye û li hemberî vî tiştî li ber xwe didin.

DIVÊ HEVGIRTINA JINAN A HEVPAR WERE GEŞKIRIN

Dewleta Tirk ji xeynî qirkirinê tu hilbijartineke din li Kurdistanê nake û dixwaze daxwazên jinan ên rewa terorîze bike. Bi polîtîkaya qeyyûm êrîşî pergala hevserokatiyê dike. Ew jî dizanin ku ev pergal ji bo jinan deskeftin e. Ji bo ku ev pergal li her dera Tirkiyeyê giştî nebe, dixwaze li Kurdistanê bixeniqîne.

Li hemberî van êrîşan tişta ku divê were kirin divê jinên Tirkiyeyê tevî jinên Kurdistanê berxwedanê geş bik. Heke jin vê berxwedanê xurt bikin wê li Tirkiye û Kurdistanê cînayetên li ser jinan, îstîsmarkirina zarokan, tacîz û tecawiz, hejarî û şîddeta ekonomîk kêm bibe. Ne nêzikatiyên nijadperestî û ne jî nêzikatiyên zayendîparêz û dînparêz divê nekeve pêşiya vî tiştî.

ÊRÎŞÊN DESTHILATDARIYÊN FAŞÎST

Desthilatdariyên faşîst herî zêde êrişê dibin ser jin û zarokan. Li gelek deverên dinyayê di şer de qirkirina civakan û qirkirina jinê bi hev re tên kirin. Mînaka herî berbiçav a vê yekê jî hunermenda pandomîm Danîela Carrasco ye, ku ji ber tevlî çalakiyên şermezarkirina rejîma faşîst a Şîlî bû û pêşengî ji çalakiyan re kir, bi rengekî hovane hate qetilkirin. Her wiha rojnamevan Albertîna Martînez yek ji wan mînakane ku ji ber êrişên li Şîlî ji dinyayê re radigihand û hewl dida rastiyê binivîsîne hate qetilkirin. Yek ji êrişên faşîst li Rojava hate kirin ku Hevrîn Xelef hate înfazkirin, êriş li cenazeyê Amara Kobanê hate kirin, jinên şervan ên revandin Tirkiyeyê di bin ala Tirk de wêneyên wan hatin kişandin, milîtanên YPJ'ê yên birîndar hatin înfazkirn. Li Îranê mamoste Zehra tenê ji ber ku Kurdî hîn dikir bi cezayê îdamê tê darizandin û di çalakiyên şermezarkirina rejîma Îranê de bi dehan jin bûn hedefa tundiyê û hatin girtin. Li Bolîvyayê jî destavêtin û komkujî li jinên xwecihî hate kirin. Li kîjan devera dinyayê dibe bila bibe faşîzm destpêkê êrişî bedena jinê û nirxên jinê dike. Bi vî rengî hewl dide tolê hilde.

JIN DIVÊ LI HER DEVERÊ RABIN SER PIYAN

Lewma li kîjan devera dinyayê dibe bila bibe divê jin rabin ser piyan û bikevin nava liv û tevgerê. Bi şiyara 'Em yek ji bo hemûyan, hemû ji bo yekê' bi bandora pinpinîkê em piştevaniya jinê ya gerdûnî ji sînoran derbas bikin û li her deverê herdemî bikin.

Bi wesîleya 25'ê Mijdarê jinên ku ji bo mafên jinan, ji bo azadiya jinê hewl didin, çalakiyan dikin, dinivîsînin, hunerê dikin û li ber xwe didin, çalakiyên wan hêja û watedar in. Em careke din jinan hemûyan bi taybetî jinên Kurd silav dikin û serketinê ji wan re dixwazin. Em pê piştrast in ku çalakiyên we wê ne tenê rojekê bin, wê her roj têkoşîn bi eşqê bidome."