Jinan li Taksîmê gotin: Ew ê jineke din ji nav me kêm nebe

Bi hezaran jin li Taksîmê meşiyan û gotin ku “Êdî tehamula me tuneye ku, jineke din ji nav me kêm bibe.”

Bi deh hezaran jin, di pêşengiya Platforma Jinan a Stenbolê de bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan li Qada Tunela Taksîmê kom bûn û meşiyan Kolana Îstîklalê.

Bi deh hezaran jin di meşê de dirûşmeyên “Ne jinan, kuştina jinan asteng bikin", “Ne ji bo şer ji bo stargehan butçe" û “Jin bi hev re bi hêz in", “Mêr lê dide, dewlet diparêze" û “Cînayetên jinan polîtîk e" berz kirin. Jin ji destpêka kom bûn heta dawiya meşê bê navber dirûşm berz kirin û xwestin kuştina jinan bi dawî bibe. Jinan piştre daxuyanî dan. Jinan bi Kurdî û Tirkî daxuyanî dan. Daxuyaniya Kurdî Şenay Kumuz, daxuyaniya Tirkî jî Îrem Gerkuş xwend.

Jinan di daxuyaniyê de pankart û dowîzên navê jinên hatine kuştin vekirin. Jinan diyar kirin ku her roj jin tên kuştin û wiha hat gotin: "Jin ji ber ku her roj dixwaze dest ji mêr berde û ji bo dibêjin "Na" tên kuştin. Ji ber ku her Roj Peymana Îstanbul û xala 6284'an nayê sepandin jin tên kuştin."

Jinan piştî daxuyani dan xwestin meşa xwe ya Kolana Îstîklalê berdewam bikin. Vê êvarê polîsan pêşiya jinan birî û destûr nedan jin bimeşin. Piştî jinan di meşê de israr kir, polîsan jî bi guleyên plastîk û fîşekên gazê êrîşî jinan kirin. Jinan jî bi dirûşmeyan bertekên xwe yên li dijî êrîşa polîsan anîn ziman.