Li Sûdanê qanûna dijminê jinan tê rakirin

Hate ragihandin ku li Sûdanê 'Qanûna sûcên bê exlaq' hatiye rakirin ku 30 sal in dibe hinceta hovîtî û tundiya dewletê ya li dijî jinê.

Dîktator Omer El Beşîr ku sala 1989'an bi darbeya leşkerî bû serkêşê dewletê û heta sala 2019'an Sûdan bi rê ve bir, qanûnên li dijî mirovahiyê li dijî jinan xiste meriyetê. Yek ji wan jî 'qanûna sûcên li dijî exlaqê' bû.

Piştî hilweşandina desthiladariya El Beşîr hikumeteke demkî dest bi wezîfeyê kir. Hikumeta demkî ragihand ku qanûna ji bo cezakirina jinan dibû hincet hatiye rakirin. Di nûçeya ajansa nûçeyan a SÛNA de hate ragihandin ku di dema civîna desteya wezîran a awarte de biryara rakirina qanûna 'exlaqê' hatiye wergiritn.

Lê belê ji bo ev qanûn bi temamî ji holê bê rakirin divê konseya rêveberiya demkî vê yekê bipejirîne.

Di dema Omer El Beşîr de ev qanûn bi rengekî tund dihate bikaranîn û bi hinceta 'kincên ne rast li xwe kirine' yan jî 'alkol vexwarine' bi hezaran jin bi rengê herî giran hatin cezakirin. Qanûn her wiha ji bo polîsên Sûdanê jî dibû bahaneya cezakirin û êşkenceya kêfî.

Desthilatdariya dîktator a El Beşîr piştî 30 salan hatibû hilweşandin.