PAJK: Em ê bi bîranîna hevrê Çîçek re bin

PAJK'ê Çîçek Botan û Dilgeş Botan ên li Dersimê şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir, wê li têkoşîna Çîçek bibin xwedî û bi bîranîna wê re bin.

Koordînasyona PAJK'ê der barê Çîçek Botan û Dilgeş Botan ên li Dersimê şehîd bûn daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya PAJK'ê wiha ye:

"Ji fermandarên mezin ên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hevrêya me Çîçek Botan di 4'ê Cotmehê de li dijî artêşa kujer a dewleta Tirk heta dawiyê şer kir û tevî hevrêyê ciwan Dilgeş Botan şehîd bû. Di şexsê hevrê Çîçek û Dilgeş de şehîdên şoreşê hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin û  ji malbatên hevrê Çîçek û Dilgeş Botan û gelê xwe re sersaxiyê hêvî dikin.

Hevrê Çîçek temenê xwe yê ji çaryekê sedsalê diyarî nêrîna azadiyê ya Rêber Apo kir û bû milîtaneke bi mînak, wêrek û pêşeng a têkoşîna azadiya jinê. Fermandarek bû ku şûna wê nayê dagirtin. Şervaneke bêtirs bû, milîtaneke azadiyê ya xwedî îdîa bû, jineke bi îrade bû û di dilê hevrêyên xwe hemûyan de bû.

Welatparêzî, pakbûn, ruhê bêtirs, îrade û xwezaya jinê ya azad meşa 28 salan a azadiyê ya hevrê Çîçek a ji Botanê heta Dersimê li çiyayên Kurdistanê destnîşan kir. Dema ku ev meş bi felsefeya Rêber Apo hate xurtkirin hingî rastiyeke bênavber a têkoşînê afirî.

Keda hevrê Çîçek a di nava artêşbûna jinê de mezin bû û di afirandina xweparastin û hişmendiya azadiya jinê de, her wiha bi afirandina destketiyên azadiyê de roleke xwe ya diyarker di artêşbûna jinê de hebû. Di artêşbûn û têkoşîna jinê de di her qadê de kedeke xwe ya mezin hebû û bi rola pêşengiyê tevgeriya.

Rêheval Çîçek a ku milîtaneke PAJK’ê û fermandareke pêşeng a YJA Starê bû, bi berpirsyariya xwe ya li hemberî rêxistinê, fedakarî, mutewazî û bi biryar ji bo me hemûyan mînak bû.

Gelê me û jinên azadîxwaz divê bizanibin ku rêheval Çîçek emrê xwe daye azadiya gelê me û azadiya gelê Kurd. Partiya azadiyê ya jinan PAJK em ê xwedî li têkoşîna rêheval Çîçek derkevin, em ê têkoşînê geş bikin, gelê xwe û Rêbertiya xwe azad bikin.

Li çiyayan a ku têkoşîna gerîlayan lê dibe efsane û kesayetên efsane tên ava kirin, têkoşîn serfiraziyê garantî dike. Wê azadî bi ser bikeve, koletî, teslîmiyet û paşverûtî têk biçe."