Li Kolnê bi hezaran kes li dijî tundiya li jinê meşiyan

Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi hezaran jin di meşa 25'ê Mijdarê de li hev kom bûn. Jinên Kurd mohra xwe il çalakiyê xistin û Şoreşa Jinê ya Rojava silav kirin.

Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê çalakiyên li Ewropayê didomin. Li Kolnê rêxistinên jinan meşeke hevpar pêk anîn.

Bi banga rêxistina sîwanî ya jinan Lîla ku 12 rêxistinên jinan di nav de hebûn jin li Ebertplatzê li hev kom bûn.

Li gel hildana pankartan hin jinan her wiha wêneyên jinên hatin qetilkirin kirin maske û bi rûyê xwe vekirin, bi vî rengî ew jin bi bîr anîn.

Bi taybetî tevlîbûna jin ên ciwan li meşê bal kişand.

Beriya destpêkirina meşê koma defê ya Kevana Zerîn a li korteja jinên Kurd û koma trampetê bi hev re di nava ahengiyê de xwepêşandanek kirin.

BERXWEDANA ROJAVA HATE SILAVKIRIN

Jinên Kurd di korteja herî pêş a meşê de meşiyan. Tevî alên TJK-E û YPJ'ê her wiha wêneyên şervanên YPJ'ê û Hevrîn Xelef ên ji ber êrişên dagirkeriyê jiyana xwe ji dest dan, di meşê de hatin hildan.

Beriya destpêkirina meşê mafê destpêkê yê axaftinê yê tevgera jinên Kurd bû. Qiseker diyar kir ku ew vê 25'ê Mijdarê diyarî Hevrîn Xelef, Dayika Aqîde û şervana YPJ'ê Amara Renas dikin. Her wiha got, "Wezîfe û banga me ye ku em berxwedana jinê ya li Kurdistanê xurtir bikin." Piştî xwendina belavoka TJK-E'yê dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' hate qîrîn û rêxistinên jinan hemûyan bi hev re heman dirûşm qîriyan.

Meş piştî mîtîngekê bi dawî bû.