Jin li qadan in: Şer destekê dide tundiyê

Jinan di çarçoveya 25’ê Mijdarê de çalakî lidarxistin û balkişandin ser politîkayên şer.

Jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî daketin qadan û çalakî lidarxistin.

AMED 

Navenda Sepan û Şêwirmendiyê ya Mafê Jinan a Baroya Amedê, der barê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî, li salona Konferansê ya Tahir Elçî civîna çapemeniyê li dar xist. Endama Navenda Şêwirmendiyê Mafê Jinan a Baroya Amedê Çîgdem Sevîmlî bal kişand ser têkoşîna xwişkên Mîrabel û diyar kir ku têkoşîna wan ji bo jiyanek azad û wekhev dayî niha jî didome.  Çîgdem, da zanîn ku jin hêj berdêla azadiya xwe bi canên xwe didin û wiha got: “Li gorî daneyên ne fermî di deh mehên sala 2019’an de zilaman herî kêm 284 jin kuştin. Dosyayên ku derbarê jinan de yên tundî, cinayet, tacîz û êrîşên zayendî ji ber ku lêpirsîneke bi bandor nayê rêveberin faîl bi cesaret dikevin.” Çîgdem, diyar kir ku şîdeta ser jinan a ku zêde dibe û berdewam dike sebebê wê ne çareserkirina çavkaniya şîdetê ye." 

Çîgdem, balkişand ser nêzîkatiya qeyûman a ser û wiha axivî: “Qeyûmên ku di sala 2016’dan de hatin tayînkirin ewil saziyên jinan girtin. Çima di tayînkirina qeyûman a 2019’an de pergala hevserokatiyê kirin hincet. Ev pêkanîn, nîşan dide ku ev ne tesaduf e û qada jiyanê ji jinan re nahêlin. Ev desteserkirinia vînê ye. Em vê yekê qebûl nakin. Em mîlîtarîzm, şer, mêtîngerî, zayendîperestî, homofobî, bifobî, transfobî, tundiya dewletê û zilam, tacîz û tecawizê red dikin. Em weke her roj îro jî em ê li hemberî îhlalên ku destkeftiyên bi têkoşîna xwe qezenç kirî bin. Em ê ji bo ku şîdeta li dijî jinê rabe têkoşîna xwe bidomînin."

 ÎHD'Ê: TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ POLÎTÎK E 

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora xwe ya li ser tundiyê ya salekê derbarê tundiya li ser jinên li herêmê par ve kir.  Rêvebera Komîsyona Jinan a ÎHD'ê Ezgî Sila, Demîr piştî rêzgirtina ji bo hemû jinên ku jiyana xwe ji dest dane rapora hatibû amadekirin bi raya giştî re parve kir.  Ezgî wiha got: "Dîroka tundiya li ser jinê tê meşandin gelek kevn e. Dijminantiya li hemberî jinê di tevahiya dîrokê de berdewam kiriye û wiha xuya dike ku wê berdewam jî bike. Lê ev ne çarenûs e û dîroka têkoşîna jinê jî ne nû ye. Mixabin tundiya li ser jinê ku li her devera cîhanê berdewam dike, li Rojhilata Navîn ku qada şer e, zarok û jin herî zêde ji şerê ku tê kirin zararê dibînin û êşê dikişînin." 

RIHA 

Li Rihayê di pêşengiya Platforma Bajêr a Rihayê de di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî  bi tevlibûna gelek saziyên jinan li Navenda Kar a Ahmet Bahçivan  daxuyanî ji çapemeniyê re hat dayîn. Daxuyanî li ser navê jinan ji aliyê Hevseroka Bajêr a HDP'ê Emîne Çetîner ve hat xwendin. 

Emîne diyar kir ku pergala desthilatdar a kapîtalîst ji bo ku zîhniyeta netewdewletê li ser piyan bihêle hemû cureyên şerê qirêj xistine dewrê. Emîne anî ziman ku pergala mêtinger bi şerê li Rojhilata Navîn dide meşandin hewl dide hebûna xwe mayînde bike. Lê li dijî van hemû pêkanînan têkoşîna jinên ya li dijî tundiyê li tevahiya cîhanê berdewam dike."

Piştî daxuyaniya hat dayîn jin bi dirûşmên "Jin Jiyan azadî" derbasî avahiya HDP'ê bûn. MÊRDÎN

Komîsyona Mafên Zarok û Jinan a Baroya Mêrdînê xwest bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî, li avahiya Edliyeyê daxuyaniyek bide çapemeniyê û piştre belavok belav bike lê ji ber ku walîtî qedexeya çalakiyan dabû nehiştin çalakî pêk bê. Derbarê qedexeya walîtiyê de Baroya Mêrdînê daxuyaniyeke nivîskî da. 

Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşan kirin ku belavkirina belavok û daxuyanî ji hêla Walîtiya Mêrdînê ve hat qedexekirin û wiha hat gotin: "Qedexekirina çalakiyê li dijî hiqûqê ye. Bi vê nêzîkatiyê hat nîşandan ku şîdeta li hemberî jinê dom dike û naxwazin li dijî şîdetê çalakî bên lidarxistin. Belavkirina belavok û daxuyanî bi hinceta ewlehiyê hat qedexekirin û ev tişt tu carî nayê qebûlkirin. Derbarê qedexeyê de wê pêvajoya hiqûqê bidin destpêkirin."

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku li dijî qedexêyê wê di saet 14'an de li avahiya baroyê belavokên xwe belav bikin û piştre jî dê fîlma "Dema Perperokan" temaşe bikin.

HATAY

Platforma Jinê ya Îskenderûnê jî, di çarçoveya 25'ê Mijdarê de, li Parka Boyacilar daxuyanî da çapemeniyê. Berfîn Ozek a zilamekî bi kezzapê rûyê wê şewitand û Serokwekîla Baroya Hatayê Sevînç Çakici jî piştgirî dan platformê. Platformê, diyar kir ku naxwazin navê jinan bi mirinê, bi jiyanê bi bîr bînin.  EDENE 

Navenda Mafê Jinê ya Baroya Edene yê jî, bi heman armacê, li Salona Mahmût Esat Bozkurt a li Edliya Edeneyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de hat diyar kirin ku tundiya li dijî jinê binpêkirina mafê mirovan e.  Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Şaxa Emeklî- Sen a Edenê û Baskên Jinê ya Partiya Gel a Komarê (CHP) ya Edenê jî bi boneya rojê daxuyanî dan çepemeniyê û tundiya li ser jinê şermezar kirin. 

ÎZMÎR

Baroya Îzmîrê jî, li Cadeya Şehîdên Kibrisê meşek li dar xist. Di meşê de dirûşmeya "Ne hevberdanê, cînayetên jinan asteng bikin" hat berzkirin. Rêxistinên jinan ên Îzmîrê jî, li Qada Konakê li hev kom bûn û bal kişandin ser kuştinên jinan. Jinan di axaftinan de, xwestin ku rêveberiyên herêmî, hikumet û dewlet li dijî tundiya li ser jinê gavên şênber bavêjin û berpirsiyariya xwe bi cih bînin.

ÊLIH 

Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Êlihê jî, bi jinan re li Parka Ataturkê hatin gel hev û meşek li dar xistin. Polîsan bi hinceta biryara qedexeya walîtiyê destûr nedan meşê. Piştî hevdîtin kurt polîsan destûr dan ku jin nêzî 150 metreyan bimeşin. Wekîla HDP'ê Başaran, bertek nîşanî vê yekê da û dirûşmeya "Jin jiyan azadî" berz kir. Jinan li parkê daxuyaniyek kurt dan û gotin: "Em ê têkoşîna xwe ya li dijî tundiya li ser jinan dawam bikin." Jinan piştî meş û daxuyaniyê çalakiya xwe bi lêxistina çepikan û berzkirina tilîliyan bi dawî kirin.