Li Swêdê jin li dijî tundiyê daketin qadan

Di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê de li gelek herêmên Swêdê çalakî pêk hatin.

Li bajarên Stockholm, Orebro, Lînkopîng, Motala û Norkopîngê Duşemê jin daketin qadan û tundiya mêr şermezar kirin. Jinan bang li hikumetê kirin ku tundiyê asteng bike.

Li paytext Stockholmê der barê tundiya li jinê panel û konferans pêk hatin. Her wiha xwepêşandana şermezarkirinê hebû.

Xwepêşandan li meydana Hotergetê bi pêşengiya Însiyatîfa Femînîst êvarê pêk hat. Wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jî di nav de wêneyên jin ên hatin qetilkirin li pêlikên li qadê hatin bicihkirin û find hatin pêxistin.

Bi navê Meclîsa Jinan a Amara û Yekîtiya Jinan a Sara Scapa Erîcsson axivî û destnîşan kir ku çavkaniya tundiya li jinê sîstema kapîtalîst û baviksalarî ye.

Tevî xwepêşandana li Stockholmê her wiha der barê tundiya li jinê panel û konferansek jî pêk hat.