PAJK: Cejna vejînê pîroz be

PAJK'ê cejna vejînê pîroz kir, xaka Mezopotamyayê ya ku teşiya Kurdan bi aliyê azadiyê ve tê badan, ji bo ku dîsa bi ber û bereket bibe, bang li hemû jinan û gel kir ku têkoşîna azadiyê geş bikin.

Koordînasyona PAJK'ê bi wesîleya salvegera 41'ê ya damezrandina PKK'ê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"PKK'ê bi gotina 'Kurdistan hatiye dagirkirin' dest bi şikandina zincîra koledariyê ya li Kurdistanê kir. Dema ku jinên hatin kolekirin, bêîrade hatin hiştin û ji nirxên xwe hatin dûrxistin bi xwe hesiyan hingî PKK'ê dest pê kir. PKK'ê wate da nirxên civakî yên karker, kedkar, bindestan ku ji aliyê desthilatdariyan ve bêwate hatibûn hiştin û bi vî rengî dest pê kir. Ji bo jiyaneke azad, bi hev re, bi rûmet a li Rojhilata Navîn PKK'ê dest bi berxwedaneke mezin kir. Em sala 42'an a têkoşînê li avakarê vê meşa azadiyê li Rêber Apo, li şehîdên xwe, li gelê xwe yê kedkar ku li dijî her şêwe zehmetiyan li ber xwe dide, li hevrêyên li zindan û çeperan li ber xwe didin, li dostên xwe pîroz dikin.

PKK'Ê HÊZA FELSEFÎK AFIRAND KU PÊŞENGÎ JI GELEK RAPERÎNAN RE KIR

Di sedsala 21'ê de jî hêzên hegemonîk mirin nîşanî gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn dan û bi vî rengî ew bi tayê razî dikirin. Di demekê de ku gefa tinekirinê li kedkar, jinan, û etnîsîteyên li derveyî desthilatdariyê dihate xwarin, gelek îdeolojiyan rêya rizgariyê destnîşan dikirin. Rêbaz û amûrên gelek îdeolojiyan ên rizgariya ji desthilatdariyê ji bilî desthilatdariyê rêyeke din nebû. Rêber Apo jî kete nava lêgerîna pênase ûs aziyên têkoşîneke nû ya li derveyî desthilatdariyê. Di nava sazîbûna azadiya civakî yên sedsala 20'an de partî saziya sereke bû. Lê belê partî jî li pey afirandina desthilatdariyeke nû bûn û ne ew amûr bûn ku civakê ji nava tengaviya serdest-bindestan rizgar bikin. Rêber Apo wateyeke nû da saziya partiyê û partiya me ji nû ve ava kir. Partiya me ya nû di afirandina azadiya civakî de rêxistinbûneke ku bibe pêşeng ji xwe re kir esas. Ruh û bedenê partiyê ku di sedsala 21'ê de li derveyî îdeolojîk, teorî û entellektueliya modernîteya kapîtalîst bi perspektîfeke rêxistinbûyî têkoşer tevbigere bi PKK'ê re ji nû ve kir yek.

PKK'ê xwe weke partiya jinan ragihand û ji gelek tevgerên azadî û rizgariya civakî re bû çavkaniya sûdwergirtinê. Bi perspektîfeke welê nêzîk bû ku wê îdeolojiyên çep ji rewşa xitimandî rizgar bikirabûya, li Kurdistanê jiyaneke azad, li dinyayê jî jiyaneke azad û rûmet a kolektîf ava bikirabûya. Lewma PKK'ê hêzeke felsefîk afirand ku pêşengî ji gelek raperînan re kir.

HÊZA BERXWEDANÊ YA LI DIJÎ ZALIMAN JI NÛ VE AVA KIR

PKK'ê ji Hûrriyan heta Gûttiyan, ji Împaratoriya Med-Pers heta kevneşopiya Zerdeşt, ji Koçgirî heta Dersimê, ji tevgera Azadî heta berxwedana Berzencî, ji Simkoyê Şikakî heta Osman Sebrî ji nirxên kevneşopiya berxwedanê ya Kurdan hemûyan sûd wergirt û hêza berxwedanê di nava bi milyonan mirovî de afirand ku li ber zaliman rabin. Jin û mêrên Kurd ên leheng ku niha li Amedê, Serhedê, Botanê, Xakurkê, Şekîfê, Dalahoyê, Şahoyê Til Temirê, Qamişloyê, Kerkûk û Zaxoyê li dijî dewleta zalim li ber xwe didin, nûnerên hemdemî yên vê kevneşopiyê ne. Şopdarên Hakî, Kemal, Sarayan bi Şîlan, Rustem, Reşît, Delal û Çîçekan silav dan, ji dîroka xwe ders wergirtin û nirxên ku PKK'ê dikin PKK'ê afirandin.

PKK'ê bi berxwedanê, bi rabûna li ber polîtîkayên asîmîlasyonê û koledariya jinê di dîroka şoreşê de rûpelekî nû afirand. Ji bo di kêliyê de bi rengekî azad bijî, têkoşîna azadiya jinê kir pêşenga têkoşîna şoreşê. Bi jin ên azad û têkoşîna azad a Kurdan gerdûnî bû.

BÛ HÊVÎ JI GELÊN BINDEST RE

PKK'ê her ku planên hegemonya navendî li Kurdistanê têk bir ji gelên dinyayê re bû çavkaniya sûdwergirtinê. Felsefeya Rêber Apo ku nirxên civakî bi nirxên azadiyê yên jinê re kir yek, di têkoşînên azadiyê de veguherî nêzîkatiyeke nû. Bi vî rengî her ku geşiya azadiyê ya jinê ba da, ji bo gelên bêhêvî û bindest bû hêviyeke nû. Jinên Kurd di şexsê hevrê Sakîne Cansiz de weke jinên ku li ber zaliman çogê natewînin tên pênasekirin.

EM TÊKOŞÎNA AZADIYÊ GEŞ BIKIN

PKK a ku li pêşberî zaliman çog netewand xwedî hêza çareseriyê ye ku dikare krîza li herêmê ûd inyayê çareser bike. Bila gelê me û hevrêyên me zanibin ku ev pêvajoya em jê re Şerê Dinyayê yê Sêyemîn dibêjin bi zor û zehmetiyan tijî ye. Di heman demê de pêvajoyeke welê ye ku bi berxwedana bi rûmet a mezin a Rêberê me, tevgera me, kadroyên me, gel û dostên me em ê serketinên mezin biafirînin. Dijminên me jî bila baş zanibin ku PKK bi berxwedêrî û biryardariya Rêber Apo, bi lehengiya Hakiyan, Kemalan, Agîtan, Sarayan, Şîlanan, Rusteman, Reşîtan, Simkoyan û Çîçekan gihîşt vê astê û siberojê ava dikin.

Bi navê PAJK'ê em salvegera damezrandina PKK'ê ku tê wateya cejna ji nû ve vejînê li Rêber Apo, şehîdan, dayik û gelê me yê leheng ên bi ewladên xwe li her deverê têdikoşin, li hevrêyên xwe pîroz dikin. Xaka Mezopotamyayê ya ku teşiya Kurdan bi aliyê azadiyê ve tê badan, ji bo ku dîsa bi ber û bereket bibe, bang li hemû jinan û gel kir ku têkoşîna azadiyê geş bikin."