JIN
Hemû Nûçe
-
KJK’ê bang kir ku li dijî rejîma Îranê ya ‘dijminê jinê’ têkoşîn bê geşkirin
Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku piştî êşkenceyên giran ên li dijî Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî hatine kirin, cezayê îdamê li her duyan hate birîn. KJK’ê ev yek şermezar kir û ev bang kir: “Divê li dijî Îrana dijminê jinê têkoşîn bê geşkirin.” -
Li Îranê cezayê îdamê li aktîvîsta Kurd hate birîn
Dewleta Îranê cezayê îdamê da parêzvana mafên mirovan û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî. -
Ji Efrînê heta Dêrazorê xweparastin rêxistin kir
Almas Hemîd piştî perwerdeya xweparastinê ya li Efrînê dîtî, bingehê Hêzên Ewlekariya Hundirîn avêt û pêş xist. Hemîd ev tişt got: “Encex civak û jina rêxisintkirî, perwerdekirî, zane û têkoşer dikare xwe biparêze.” -
Li dijî desteserkirina îradeyê ‘Jinên ji bo Demokrasiyê’ hat avakirin
Jinên ji bo Demokrasiyê ku avakirina xwe ragihandin bi gotina “Em destûr nadin ku di bin navê qeyûm de îradeya me desteser bikin û destkeftiyên jinan ji holê rakin” banga têkoşînê li jinan kirin. -
Komkujiya Koçgirî û jin
Mexdûrên herî mezin ên komkujiyên ku bi salan in li Kurdistanê dewam dikin jin in. Di Komkujiya Koçgiriyê de jî bi hezaran jin hem di pêvajoya tepisandina serhildana Koçgirî, hem jî piştî wê bi êşkenceyan hatin qetilkirin. -
'Li Kurdistanê qirkirina jinan di heman demê de polîtîkaya şerê taybet e'
Gulîzar Îpek anî ziman ku li Mêrdînê bi destê hêzên dewletê tiryak û tacîz zêde dibe û got: "Li Kurdistanê qirkirina jinê di heman demê de polîtîkaya şerê taybet e. Divê xweparastin bê pêşxistin. Xweparastina herî mezin rêxistiniya me ye." -
Aliye Osman: Jinên hatine koçberkirin divê ziman û çanda xwe bidin jiyîn
Endama Akademiya Jineolojiyê Aliyê Osman destnîşan kir ku bi koçberkirina jinan re qirkirina çandî tê hedefkirin û got: “Jin hebûneke ku çand û zimanê xwe diparêze. Lewma divê li dijî koçberkirinê bi zindîkirina ziman û çanda xwe têbikoşe.” -
Jin li Qamişloyê parêznemaya ‘Sosyolojiya Azadiyê’ dixwînin
14 Jinên taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo li navenda Kongra Star li hev kom bûn û pirtûka ''Sosyolojiya Azadiyê'' xwendin. -
Leyla hêviya vegera li Efrînê winda nake
Leyla Mihemed Reşo ya ku tevî şervanan di roja 58’an a Berxwedana Serdemê de ji Efrînê derket, diyar kir ku ew 7 sal in li ber xwe didin û got ku ew ê teqez birûmetî vegerin Efrînê. -
YPJ’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê û rolê DAÎŞ’ê bang kir
YPJ’ê bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û diyar kir ku çeteyên DAÎŞ’ê li Başûr tên bicihkirin. YPJ’ê bang li jinan, gelan, pêşmergeyan û hêzên navneteweyî kir û got: “Em ê têkoşîna xwe bi rengekî radîkal bimeşînin.” -
Li Stenbol û Erziromê wesayît hatin şewitandin
Endamên Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker, li Stenbol û Erziromê wesayît dan ber agir. -
Şerên li Rojhilata Navîn jinan neçarî koçberiyê dike
Şerên li Rojhilata Navîn bandorên neyînî li ser jinan dike. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku ji krîz û kaosa şer derketine, di bin koçberiyê de ne û li aliyekî li benda roja vegerê ne û li aliyê din jî têkoşîna jiyanê didomînin. -
Sebahat Tuncel: Em ê jiyana azad bi têkoşînê bi dest bixin
Jin di Komxebata Plansaziya Stratejîk a Jinan de pêşniyarên çareseriyê axivîn. Siyasetmedar Sebahat Tuncel got, “Ger têkoşîn hebe serkeftin jî heye. Em ê jiyana azad bi têkoşînê bi dest bixin.” -
Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê kampanya: Em tifaqa jinê ya herî xurt ava bikin
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû starta kampanyaya “Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in, em xwe birêxistin dikin” da û got: “Em ê tifaqa jinê ya herî xurt ava bikin.” -
Jin ji bo ewlehiya xwe bê navber dixebitin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin ewlehiya civakî pêk tîne û bi perwerdeyê xurt dibe. Bi konferansa 4’emîn a ku tê payîn di nava salê de bê kirin, tê armanckirin ku kêmahiyên salên berê bên derbaskirin. -
‘Xweparastina jinan wê civakê jî rizgar bike’
Fatma Bostan Unsal, diyar kir ku di sedsala 21’an de xweparastina jinê, wê xwe û tevahiya civakê li dijî her cure êrîş, rizgar bike. -
Li Semsûrê jinek hat qetilkirin
Li Semsûrê kesê bi navê Kemal Bîçer hevjîna xwe Esma Bîçer qetil kir. -
DEM Partî: Li dijî dayikên Kurd hiqûqa dijminatiyê tê sepandin
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê destnîşan kir ku li dayikên Kurd êşkenceya lêgerîna tazî tê kirin û got: ‘’Hiqûqa dijminatiyê tê sepandin.’’ -
Kongra Star: Em şoreşê biparêzin!
Kongra Star di salvegera 12’emîn a Şoreşa Rojava de şehîd bi bîr anîn û soz da ku mîrateya jinan wê were parastin. -
KBDH: Şoreşa Rojava hêza jinê nîşanî hemû cîhanê da
Konseya Giştî ya KBDH’ê di savlegera 12’emîn de Şoreşa Rojava pîroz kir û got: “Şoreşa Rojava hêz û îradeya jinan nîşanî hemû cîhanê kir.” -
Platforma Şahmaran: Em ê xwe û bajarê xwe biparêzin!
Platforma Jinan a Şahmaranê têkildarî êşkenceya leşkeran a li xelkê gundê Marînê kirin daxuyanî da û gotin: “Em ê xwe û bajarê xwe biparêzin.” -
Platforma Jinan a Amedê: Têkoşîna me jî pişta xwe spartiye felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’
Platforma Jinan a Dîcle Amedê nerazîbûn nîşanî qetilkirina jinan da û got: "Têkoşîna me pişta xwe spartiye felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî' û têkoşîna jinên Kurd.” -
Peymana Civakî ya Jinan wê li Rojhilata Navîn bibe destpêkek
Ebîr Hessaf diyar kir ku Peymana Civakî ya Jinan wê li Rojhilata Navîn cara yekem bê nivîsîn û destnîşan kir ku ev peyman wê weke mîrateyeke ji cîhanê re bê hiştin û xwedî girîngiyeke mezin e. -
‘Jina Kurd hem bû pêşenga Şoreşê hem jî dawî li DAÎŞ anî’
Peyman Elûş diyar kir ku jina Kurd li hemberî her cure desthilatdariyê serî hilda û li Rojava şoreş ava kir û destnîşan kir ku jina Kurd hem pêşengî ji şoreşê re kir, hem jî DAÎŞ têk bir. -
Di Şoreşa Jinan a Rojava de bayê guherînê –II
Şoreşa Rojava bi piştevaniya civakên ku ji cudahiyên etnîkî û olî pêk tên bi hêztir dibe û têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê di her aliyî de berdewam dike.