KBDH: Şoreşa Rojava hêza jinê nîşanî hemû cîhanê da

Konseya Giştî ya KBDH’ê di savlegera 12’emîn de Şoreşa Rojava pîroz kir û got: “Şoreşa Rojava hêz û îradeya jinan nîşanî hemû cîhanê kir.”

DAXUYANIYA LI SER ŞOREŞA ROJAVA

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan (KBDH) daxuyaniyek nivîskî da û destnîşan kir ku şoreşa Rojava şoreşa jinan e. KBDH’ê diyar kir ku ji bo ev şoreş ji hemû gelên cîhanê re bibe hêvî, ew ê şerkirinê bidomînin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Em Şoreşa Rojava di salvegera wê de pîroz dikin ku bûye yek ji serketinên herî bi heybet a dîroka gelên Rojhilata Navîn, li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şîn bûye û îro fêkî dide! Ev şoreş sembola têkoşîna azadî û wekheviyê ye. Weke berxwedan û serketina jinan, bi berxwedan û rûmetê li dika dîrokê hatiye nivîsîn. Ev çirûskê şoreşger a ku li ser xaka Rojava, geş bûyî, bi cesaret, biryardarî û berxwedana jinan mezin bû û gihişt roja îro.

Jinên bi wêrek ên Rojava li dijî zexta patriyarkal a bi sedan salan, rabûn ser piyan û qedera xwe bi dest xistin. Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ne tenê li qada şerê li dijî dijmin, li her goşeyê jiyana civakî bû pêşenga şoreşê. Ev jin li dijî rûpelên tarî yên dîrokî rabûn û ala azadî û wekheviyê li ba kirin. Bi berxwedana xwe ya li qadên şer, îlham dan gelên cîhanê û hêza jinan nîşanî hemû cîhanê dan. Weke KBDH em car din dubare dikin ku em ê Şoreşa Jinê ya Rojava biparêzin, mezin bikin û ji bo ku ji gelên cîhanê re bibe hêvî, wê şerkirinê bidomînin.

Şoreşa Rojava hêz û îradeya jinê nîşanî hemû cîhanê kir. Li vir jinan ne tenê mafên wekhev xwestin, di heman demê de bûn pêşengên ku civakê jinûve ava dikin û şêwe didin siberoja azad. Şoreş bi pêşengiya jinan zindî bû û kokê xwe berda.

Vê şoreşê îspat kir ku jin ne tenê şervan in, di heman demê de mîmarên aştî, demokrasî û edaletê ne. Ew li meclîsên xwecihî kooperatîf, dibistan û li her qadê bûn xwedî gotin; Bi vî rengî li Rojava dengê jinan di dilê jiyana civakî de hate bihîstin.

Şoreşa Rojava hêviyeke ku îlham daye hemû jinên cîhanê. Ev hêvî wê mîna ronahiyekê şewqa xwe her tim belav bike. Em di salvegera şoreşa xwe de, bang li hemû jinên cîhanê dikin ku di têkoşîna azadiyê de piştgiriyê bidin jinên Rojava! Jinên Rojava ne tenê azadiya xwe, azadiya hemû jinên cîhanê diparêzin. Lewma piştevanî û alîkariya jinên cîhanê, ji bo serketina şoreşa me xwedî girîngiyeke jiyanî ye.

Îro di salvegera Şoreşa Rojava de, em car din bang li jinên kedkar û bindest ên cîhanê dikin ku ji bo azadî, wekhevî û edaletê piştgiriyê bidin têkoşîn û şoreşa Rojava. Jinên Rojava ji bo cîhaneke nû biafirînin bi rê ketin û li ser vê rêyê bi biryardarî pêş diçin. Ronahiya Şoreşa Rojava wê rê nîşanî têkoşîna jinên cîhanê bide.”