BI DÎMEN

‘Jina Kurd hem bû pêşenga Şoreşê hem jî dawî li DAÎŞ anî’

Peyman Elûş diyar kir ku jina Kurd li hemberî her cure desthilatdariyê serî hilda û li Rojava şoreş ava kir û destnîşan kir ku jina Kurd hem pêşengî ji şoreşê re kir, hem jî DAÎŞ têk bir.

Jinê di dîrokê de li hemberî wê desthilatdarî û zihniyeta desthilatdariya zilam, timî li ber xwe daye û ev berxwedanî jî bi hêsan nebûye. mînaka wê jî Jîna Emînî, Zîlan, Sakîne, Bêrîtan û Şîlan e. bi berxwedaniya xwe ya dîrokî erşa desthilatdariyê rûxandin û riya azadiyê ji jinê re dan avakirin.

Piştî derketina şaristaniya dewletê jî gelek demokrat derketin, lê her tim ji aliyê desthilatdariyê ve dihatin tunekirin. Ruxmî ku ew kesên demokrat wekheviya civakê pêk tînin, dîsa jî ji aliyê desthilatdariyê û ew fikra ku tenê zihniyeta xwe qebûl dike ve, dihat tunekirin.

Di dîroka dûr û dirêj de, piştî ku gelek serhildanên Kurdan ji aliyê desthilatdarî û mêtineriyê ve dihatin çewisandin, vê carê Tevgera Azadiya Kurdistanê rabû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi gotina ‘Kurdistan heye û hatiye dagirkirin’, pêşengî ji Tevgera Azadiyê re kir.

Li Rojavayê Kurdistanê di 19’ê Tîrmeha 2012’an de şoreş hate avakirin. Jinan li Rojava di warê leşkerî, siyasî, çandî, aborî, diblomasî û hunerî de pêşengtî kiriye û sîstema demokratîk da avakirin. Lewma 19’ê Tîrmehê wekî Şoreşa Jinê tê pênasekirin û ew jî ji wê berxwedaniyê tê.

Piştî şoreşa Rojava ku bi pêşengtiya jinê destpê kir, jinan xwe bi rêxistin kirin îspat kirin ku dikarin civakê bi rê ve bibin. Hevrîn Xelef û Yusra Derwêş û gelek jinên din mînaka vê yekê ne.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Peyman Elûş têkildarî Şoreşa Rojava ku bi pêşengtiya jinê destpê kirî, ji ANF’ê re axivî.

'ŞOREŞA ROJAVA MÎRATEYA 50 SALÎ YA TEVGERA AZADIYA KURDISTANÊ YE'

Peyman Elûş ev roj li tevahî gel, jin, ciwan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û ev tişt got: "Em vê şoreşê li Rêberê xwe, Şehîdên xwe û gelê xwe pîroz dikin, li gerîlayên ku di nava mercên herî zor û zehmet de li hemberî dagirkeriyê û faşîzmê li ber xwe didin pîroz dikin. Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi xwe vejîne, rojeke nû ye û dîrokeke nû jî bi xwe re da avakirin. Ew dîrok jî ji tevahî Kurdan re bûye rojbûnek. Çendî serhildan li Kurdistanê ji aliyê şêxên êlan û gelek began ve pêk hatibûn, lê bi demê re ji aliyê mêtîngeriyê ve hatin tunekirin. Ew jî ji ber îxanet, desthilatdarî û şoreşê jî bingehek jêre nehatibû avakirin. Lê şoreşa Rojava berovajî wê yekê ye, ew xwedî bingeha 50 salî ya têkoşîna Rêber Apo û têkoşîna rêwiyên li çiyayên azad e. Li ser wî esasî bingeh hat avakirin û Rêber Apo jî bi taybet ji bo jinê rêgez û tez dane avakirin û ew jin jî bû pêşenga wê şoreşê."

‘JIN JI TEVAHÎ BEŞÊN CIVAKÊ RE BÛ PÊŞENG’

Peyman Elûş diyar kir ku jinê li hemberî sîstema nîjadperest û desthilatdar têkoşîn kir û şoreşek da avakirin û got: "Jin daketin kolanan û ala azadiyê li ba kirin. Di pêşengtiya jinê de hemû beşên jiyanê hatin avakirin, gelek saziyên ku mafê jin biparêzin hatin avakirin.

Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ jî bûye cîhanî û jinê jî bi wê yekê re pêşengtî kiriye, vaye dirûşmeya Jin Jiyan Azadî li tevahî Rojhilata Navîn û Kurdistanê belav bûye û bûye felsefeya jiyanê. Çawa li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi pêşengtiya jinê dirûşmeya Jin Jiyan Azadî belav bû."

‘JINA KURD BI HÊZA XWE DAWÎ LI DAÎŞ’Ê ANÎ’

Peyman Elûş bal kişand ser ser berxwedaniya jinê ya di şerê Kobanê de û got: "Jina Kurd li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê şer kir û dawî li terorê anî. Jinê jî di qada civakê de xwe da îsbatkirin û riya azadiyê, fikir û felsefeya Rêber Apo esas girt.

Her jineke ku pêşenga vê şoreşê ye, dibe hedefa faşîzmê, ji vê yekê re şehîd Nûjiyan û Zehra jî mînak in. Ji ber ku jinê koletî û sîstema desthilatdariyê red kir, her tim tê hedefgirtin. Em vê roja bi wate li tevahî gelan û Rêberê xwe pîroz dikin. Banga ji her çar parçeyên Kurdistanê re ew e ku hîn bêhtir asta têkoşîna xwe bilind bikin û em bikarbin şoreşa 19’ê Tîrmehê rojane nûjen bikin."