BI DÎMEN

Aliye Osman: Jinên hatine koçberkirin divê ziman û çanda xwe bidin jiyîn

Endama Akademiya Jineolojiyê Aliyê Osman destnîşan kir ku bi koçberkirina jinan re qirkirina çandî tê hedefkirin û got: “Jin hebûneke ku çand û zimanê xwe diparêze. Lewma divê li dijî koçberkirinê bi zindîkirina ziman û çanda xwe têbikoşe.”

Endama Akademiya Jineolojiyê Aliyê Osman anî ziman ku koçberî û sirgûnên ji ber şer di jiyana jinan de rê li ber pirsgirêkên cîvakî, derûnî û çandî vedike. Aliye Osman da zanîn ku jin hebûneke ku çand û zimanê xwe diparêze û wiha axivî: “Dema jinek tê koçberkirin ewil bi pirsgirêka ziman re rê bi rê tê. Nizane bê ka wê bi kîjan zimanê biaxive, kijan zimanê fêrî zarokên xwe bike û fikarên weke windakirina zimanê zikmakî û perwerdenekirina zarokên xwe bi zimanê zikmakî dijî. Xelkê Efrîn û Serekaniyê mînaka vê yekê ne. Dibe ku zimanê wan ê zikmakî Kurdî yan jî Erebî be, lê cudahiyên zarava hene. Fikarên windakirina zaravayê çêbûn. Lewma ketin nava tirsa ku bê ka çawa ziman û zaravayê xwe biparêzin.”

‘DIVÊ LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET TÊBIKOŞIN’

Aliyê Osman diyar kir ku jinên bi cudahiyên çandî re rû bi rû tên pêvajoyeke kaosê dijîn û wiha pê de çû: “Cudahiyên çandî yên hawirdora nû tevlî dibe, wê bibe sedema curbicuriya çandî ya di nava malbatê de. Di navbera malbateke li kampan an jî li derveyî kampan dijî de jî cudahî çêdibin. Malbatên ku li kampan dijîn ji ber ku jiyana xwe bi hev re didomînin, di girêdanbûna çandî de qutbûna wan çênabe, lê malbatên ji derveyî kampan ji ber ku belavî qadên niştecîhbûnê dibin, pêkan e ku mirov qutbûnê bibîne. Lê divê jinên koçber ên li kampan li dijî polîtîkayên şerê taybet ên saziyên alîkariyê têbikoşin. Ji ber ku hewl didin bi xwe ve girê bidin û ji çanda wan dûr bixin.”

Aliyê Osman bal kişand bi ser pirsgirêkên di dubendiya jin-koçberî de rû didin û got: “Bi pirsgirêkên qutbûna ji axa xwe û di nava civakeke nû de avakirina jiyana azad re rû bi rû dimîne. Ger di nava civakan de jiyana azad hebe, divê mirov binêre bê ka jiyaneke wekhev heye yan na. Lê ger di nava civakekî de nakokiya jin-mêr hebe, ger jin kole be bi koçberkirinê re bindestî û kolebûyîn zêdetir dibe. Hingî diyardeya namûs û şerefê zêdetir dibe. Têkiliyên malbat û êşîr teng dibin. Kesên ku hesta koçberkirinê dijîn, wê zêdetir pişta malbat û eşîra xwe bigirin. Ev rewş jî rasterast bibe sedema zêdebûna zextên li ser jinê. Yên ku di zîhniyeta xwe de guhertin û veguhertinê pêk neynin, wê meyla wan li ser zîhniyeta desthilatdariya mêr be.

BI PEVÇÛNÊN HUNDIRÎN RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN

Malbat, civak û kesên tên koçberkirin, wê her tim ji bo birêxistinkirin û berdewamkirina jiyana xwe gavan biavêjin. Dema ji yekê zêdetir malbat di nava hev de dijîn ev yek bi xwe re pirsgirêkên cudatir jî tîne. Malbatên ku paşeroja xwe li pey xwe dihêlin, tehemûl û asta têgiştina wan ji hevdu re lewaz dibe, jiyana taybet namîne. Bi vî rengî rê li ber pevçûnên hundirîn tê vekirin. Malbata ku pirsgirêka niştecihbûnê dijî, vê carê jî neçar dimîne bi pirsgirêka berdewamkirina jiyana xwe re têbikoşe. Hinek malbat jî dema fikara hebûn û tunebûnê dijîn, pêwîstî bi zêdebûnê dibînin. Ji ber civaka ku hebûna xwe di metirsiyê de dibîne, hewl dide bi zêdebûnê rê li pêşiya tunebûnê bigire. Lewma zewacên di temenên zarokatiyê de zêde dibin.”

‘BI GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ RE DIXWAZIN BÊÇAND BIHÊLIN’

Aliye Osman destnîşan kir ku yek jî armancên bingehîn a koçberkirinê guhertina demografiyê ye û wiha berdewam kir: “Bi guhertina demografiyê re gelê xwecihî ji cih dikin û bi vê yekê re dixwazin civak û gelên ku bikaribin di berjewendiyên xwe de beralî bikin, bi cih bikin. Bi vî rengî dixwazin bêçand bihêlin. Ev siyaseta herî metirsîdar a dema me ye. Bi koçberkirina nerm û neçar a li ser civaka Rojhilata Navîn dixwazin modeleke nû ya kapîtalîst biafirînin. Civaka ku ji axa xwe hatiye koçberkirin wê mahkûmî taybetmendiyên cihê hatî koçberkirin be. “

Aliye Osman bilêv kir ku di civakên nehatine koçberkirin de jî temînata aboriya jinê lewaz e û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Civak li gorî zîhniyeta baviksalariyê teşe girtiye. Di nava civakeke ku nehatiye koçberkirin de jî temînata aboriya jinê tune ye. Yan mafê aboriyê ya jinê ji destê wê hatiye girtin yan jî kêm hatiye dayîn. Du rewş mijara gotinê ne; wê temînata xwe ya aborî çawa biparêze û jiyana xwe çawa bidomîne… Li gel ku jin aboriya civakê afirandiye jî ji aboriyê tê dûrxistin. Jina ku bi keda destê xwe dabara civakê dike, malbata xwe bi rê ve dibe, divê li dijî girêdanbûna ji derve pergala aboriyê bi destê xwe biafirîne. Divê bi pêşxistina nirxên aboriyê yên bi destê jinê hatiye afirandin, nekevin xefika aboriya pergala kapîtalîst.”