BI DÎMEN

Peymana Civakî ya Jinan wê li Rojhilata Navîn bibe destpêkek

Ebîr Hessaf diyar kir ku Peymana Civakî ya Jinan wê li Rojhilata Navîn cara yekem bê nivîsîn û destnîşan kir ku ev peyman wê weke mîrateyeke ji cîhanê re bê hiştin û xwedî girîngiyeke mezin e.

PEYMANA CIVAKÎ YA JINAN

Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 12’ê Kanûnê de Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erê kir. Ji sala 2021’an û vir ve ji qonaxa amadekariya Peymana Civakî û heta erêkirina wê, Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava xebatan de cih girt. Meclîs 7’ê Tîrmehê bi nêzî 100 jinan re hat ba hev û starta nivîsandina Peymana Civakî ya Jinan da. Endama Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Endamê Komîteya Peymana Civakî ya Jinan, Dr. Ebîr Hessaf têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî.

PÊŞNUMAYA PEYMANA CIVAKÎ YA JINAN HATE NÎQAŞKIRIN

Ebîr Hessaf bal kişand ser civîna ku di 7’ê Tîrmehê de li Hesekê ya bi pêşengtiya Meclîsa Jinan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo nivîsandina Peymana Civakî ya Jinan hatibû lidarxistin û got: ‘’Nîqaşên Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2021’an de destpê kirin. Pêvajoya nîqaş û nivîsandinê salekê berdewam kir. Salekê jî têkildarî peymana hatî nivîsandin bi hemû beşên civakê re nîqaş hatin kirin. Weke encam di sala 2023’yan de Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate erêkirin û ev peyman hate sepandin. Yek ji xaleke girîng a vê peymanê nivîsandina Peymana Civakî ya Jinan bû. Di Peymana Civakî de xalên weke Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûnertiya hemû jinan dikin û sererastkirina peymana civakî ya jinan jî erka wan e, cih girtin. Di xalên Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de mijarên weke parastin û misogerkirina mafên jinan bi awayekî berfireh hatin nirxandin. Bi vî rengî Peymana Civakî ya Jinan hate nivîsandin.

ENDAMÊN KOMÎTEYÊ NÛNERTIYA HEMÛ JINAN DIKIN

Civîn bi beşdarbûna nûnerên jin ên partiyên siyasî û saziyên rêxistinên sîvîl ên ku nûnertiya hemû jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijin dike, pêk hat. Civîna 4 saetan berdewam kir. Girêdayî vê yekê di civînê de rêgezên jinan ên ku di kongreya Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di sala 2021’an de hatibûn erêkirin, weke rojeva bingehîn esas hatin girtin. Her wiha di Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de beşa ku ji Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hatibû veqetedandin, hate xwendin.  Ji bo nîqaş û nivîsandina Peymana Civakî ya Jinan komîteyeke ku ji 25 kesan pêk tê, hate avakirin. Helbet ev komîte weke ku nûnertiya hemû jinan bike, hate avakirin.’’

WÊ MEKANÎZMAYEKE BIRÊXISTINBÛNA JINAN WERE DIYARKIRIN

Ebîr Hessafê diyar kir ku komîteya ku ji 25 kesan tê dest bi xebatan kiriye û ev yek anîn ziman: ‘’ Komîte wê hefteyê carekê kom bibe û têkildarî mijarê gotûbêj û nîqaşên xwe bike. Wê xalên ku di Peymana Civakî ya Giştî de cih digirin esas werin girtin û pêşnumayeke nû were derxistin. Her wiha wê  rêgezên jinan jî têde cih bigirin. Piştre jî wê pêşnûmaya Peymana Civakî ya Jinan were pêkanîn.’’

AWAYÊ BIRÊXISTINBÛNA JI KOMUNAN HEYA KANTONAN ESAS WERE GIRTIN

Ebîr Hessaf diyar kir ku Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji rêxistin, tevger û saziyên jinan yên li herêmê re weke  beşeke sereke ye û geşedanên ku wê piştî erêkirina Peymana Civakî ya Jinan rû bidin jî bi van gotinan anî ziman: ‘’Wê di xebatên Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de guhertineke pêk were. Wê ev guhertin jî bi rêxistinbûna ji komunan bigirin heya bajarok, bajar û kantonan pêk werin. Beriya niha ev pergal tune bû. Bi vê yekê wê di di terzê birêxistinbûnê de bibe pêngaveke nû.  Helbet  ji bo xebatbariya pergalê jî wê di Peymana Civakî ya Jinan de mekanîzmaya xebatan were diyarkirin.’’

BI PEYMANA CIVAKÎ YA JINAN RE WÊ DESTKEFTÎ WERIN MEZINKIRIN

Ebîr Hessaf bal kişand ser girîngiya destkeftiyên jinan ên li Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Mijarên weke nivîsandina Peymana Civakî ya Giştî, pêşengtiya jinan û parastin û misogerkirina mafên jinan bi serê xwe serkeftinek e. Ev peyman û destkeftî wê ne tenê ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bin. Her wiha wê weke mîrateyekê ji cîhanê re bê hiştin. Li herêmê pêngavên ku tesîreke mezin li têkoşîna azadiya jinan bike, hatin avêtin.  Îro li herêmê di nava gelek xebatan de jin bi awayekî aktftit cih digirin û pêşengtiyê dikin. Lê belê bidestxistina van destkeftiyan jî têrê nake.  Ya girîng parastin û mezinkirina van destkeftiyan e. Nivîsandina Peymana Civakî ya Jinan li Rojhilata Navîn pêngaveke yekem e. Ev yek jî ji bo jinan û herêmê serkeftineke mezin e.’’