Li dijî desteserkirina îradeyê ‘Jinên ji bo Demokrasiyê’ hat avakirin

Jinên ji bo Demokrasiyê ku avakirina xwe ragihandin bi gotina “Em destûr nadin ku di bin navê qeyûm de îradeya me desteser bikin û destkeftiyên jinan ji holê rakin” banga têkoşînê li jinan kirin.

Saziyên jinan li Edeneyê li dijî desteserkirina îradeyê pêkhateya “Jinên ji bo Demokrasiyê” ava kir. “Jinên ji bo Demokrasiyê” ku avakirina xwe ragihandin li ber Avahiya Kevir a Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê bi dirûşmeya “Jinên ji bo Demokrasiyê li dijî qeyûm tên bahev” daxuyanî da çapemeniyê. Jinan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” tilîlî û çepikan bersiv da polîsên ku ew dorpêçkirin. 

‘EM Ê DESTÛRÊ NEDIN DESTESERKIRINÊ’  

Delal Ozbey a li ser navê pêkhateyê daxuyanî da, diyar kir ku ji bo mafên xwe û li dijî qeyûm hatine ba hev. Ozbey, îşaret kir ku di 6 mehên ewil ên salê de 205 cînayetên jinan çêbûn û 117 ji wan bi awayekî biguman mirî hatin dîtin û wiha got: “Faîlên jinên hatin qetilkirin yên xwe ji Peymana Stenbolê kişandin, dixwazin qanûna bi hejmara 6284’an rakin, polîtîkayên necezakirinê pêk tînin û di bin navê otenaziyê de dixwazin canên me yên li kolanan qetil bikinin. Em tevî desthilata ku van êrîşan bi rê ve dibe jî dest ji qanûna bi hejmara 6284’an û 5119’an bernadin. Ev qanûn tevî hemû kêmasiyan jî yên me ne. Em destûrê nadin ku mafên me yên bi van qanûnan hatine bidestxistin bên desteserkirin.”

Ozbey, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em ji bo ku xwedî li şaredariyên me yên hatine bijartin derkevin li vir daxuyaniyê didin. Ji bo ku kesên qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê ya bi hilbijartinê windakirin qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê nekin li vir in.” Ozbey, anî ziman ku qeyûm di heman demê li pergala hevserokatiyê darbeyeke û wiha domand: “Em polîtîkayên rêveberiya qeyûm a îradeya gelê Kurd nas nake, jinan mehkumî tundiya fizîkî û psîkolojîk dike û polîtîkayên wan ên dijminê jinan qebûl nakin. Divê desthilata îradeya gel desteser dike dest ji tayînkirina qeyûman a li cihên ku bi hilbijartinên nekarî bigire berde. Em ji vir careke din bang li desthilat û alîgirên wan dikin. Em destûr nadin ku hûn di bin navê qeyûm de îradeya me xesp bikin û destkeftiyên me yên jinan ji holê rakin. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo mafên me û jiyana me xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin.”