'Li Kurdistanê qirkirina jinan di heman demê de polîtîkaya şerê taybet e'

Gulîzar Îpek anî ziman ku li Mêrdînê bi destê hêzên dewletê tiryak û tacîz zêde dibe û got: "Li Kurdistanê qirkirina jinê di heman demê de polîtîkaya şerê taybet e. Divê xweparastin bê pêşxistin. Xweparastina herî mezin rêxistiniya me ye."

Jina bi navê Vatfa Ecevît (25) piştî zaroka xwe anî dinyayê du roj şûnde, di 21’ê Çileya 2024’an de ji aliyê Mehmet Şiyar Ecevît ê ku pê re zewicî bû bi 17 derbên kêrê hat qetilkirin û dayika wê Nebahat Ecevît jî birîndar bû. Ev cînayet li ber çavên zarokê wan ê sê salî hat kirin.

Mehmet Şiyar Ecevît beriya bê girtin di îfadeya xwe ya îdia kir ku “ew di bin bandora tiryakê de” hişê xwe winda kiriye û ew nizane bê çi kiriye. Danişîna Mehmet Şiyar Ecevît wê di 23’yê Tîrmehê de li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin. Kujer wê ji ber sûcên "ji qestî hevjîna xwe kuştiye" bi cezayê muebeta giran û ji ber ku Nebahat Ecevît “bi qestî bi çekê birîndar kiriye" wê bê darizandin. Hat zanîn ku di pêvajoya zewacê de tundiya sîstematîk li ser Vatfa Ecevît meşandiye.

Endama Platforma Jinan a Mêrdînê Gulîzar Îpek diyar kir ku li Kurdistanê bikaranîna tiryakê bi destê dewletê weke konsepta şerê taybet tê pêşxistin û banga tevlîbûna doza ku li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin, li her kesî kir.

‘LI MÊRDÎNÊ BI DESTÊ DEWLETÊ TIRYAK Û TACÎZ ZÊDE DIBE’

Gulîzar Îpek destnîşan kir ku li Kurdistanê li xeta ku çanda berxwedanê lê heye bi zanebûn konseptên şerê taybet bi pêş dixin û got ku di salên dawî de li Mêrdînê tundî û bikaranîna tiryakê bi destê hêzên dewletê tê belavkirin û wiha axivî: “Li Kurdistanê, êrîşî herêmên ku berxwedan lê xurt e dikin. Ewilî bi şêweyên tundî, çavtirsandinê êrîş kirin. Bi demê re dewlet van pêkanînên xwe dijwartir kir. Armanca wan ew e ku civakê ji hundir birizîne. Ji bo vê jî serî li rêbazên weke bikaranîna tiryak, fihûş û sîxurkirinê didin. Li Mêrdînê tecawiz û tacîzên bi destê hêzên dewletê pêk tên û xwe bi gotinên; ‘min tiryak bi kar anîbû, nayê bîra min’ diparêzin. Zimanekî wisa bi kar tînin ku cînayetan ji rêzê nîşan didin. Ev hemû konsepta şerê taybet e.”

TÊKOŞÎNA JINAN ROJ BI ROJ PÊŞ DIKEVE

Di berdewamiya axaftina xwe de Gulîzar Îpek got ku li hemberî jinan şerek bênav tê meşandin û wiha pêde çû: “Em her tim dibêjin sedsala 21'emîn sedsala jinan e. Têkoşîna azadiya jinê li hemû cihanê bilind bûye û jin bi hev re di nava têkiliyê de ne. Îro jinên Kurdistanê bi Ewropa û Amerîkaya Başûr re di nava têkilî û hevgirtinê de ne. Jin tecrûbeyên xwe bi hev re parve dikin û têkoşîn roj bi roj pêş dikeve. Dema ku mirov li cihanê dinêre li hemberî jinan şerekî bênav tê meşandin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi qeyrana bi rê ve nebirinê re hem li Kurdistanê û hem jî li Rojava jinan dike hedef. Têkoşîna jinan a li hemberî her cure êrîşan bêyî navber didome.”

‘BEŞDARBÛNA DANIŞÎNÊ GIRÎNG E'

Gulîzar Îpek ji bo danişîna ku wê di 23’ê Tîrmeha 2024’an saet 15.00’an de li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin banga tevlîbûnê kir û wiha bi dawî kir: “Ne tenê jin, divê her kes tevlî danişînê bibe. Qirkirina jinan mijareke gelekî girîng e û hemû civakê eleqedar dike. Em êdî nikarin tehemûlî windakirina jinekê tenê jî bikin. Ger em dixwazin pêşî li kuştina jinan bê girtin, divê em qadên xwe berfireh bikin. Xeta têkoşînê û xweparastinê ya herî mezin rêxistinbûna me ye. Pergal ji bo ku jinan ji hev qut bike, her cure xerabiyê dike. Em jî dibêjin ku belê pergal van tiştan dike, em jî bi têkoşînê bersivê didin wan. Bi vê boneyê em banga hevgirtin û tevlîbûna danişînê dubare dikin.”