BI DÎMEN

Jin li Qamişloyê parêznemaya ‘Sosyolojiya Azadiyê’ dixwînin

14 Jinên taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo li navenda Kongra Star li hev kom bûn û pirtûka ''Sosyolojiya Azadiyê'' xwendin.

Şoreşa ku bi pêşengtiya jin destpê kir û di roja îro de li tevahî cîhanê dengveda, bingeha xwe ji ked û fikira Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiye. Ji despêka Şoreşê û heta roja îro ji bo ku ev şoreş rojane mezintir bibe û belav bibe, jinê xwe ji xwendina parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qet qut nekir. Jina Kurd pêşî jixwe destpê kir û piştre hêdî hêdî belavî derdora xwe kir. Li ser wê esasê di roja Îro de li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li her derê, her sazî, navend û civakan parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên xwendin. Li Bajarê Qamişlo jî di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de endamên sazî û civakê tên ba hev û parêznameyên Ocalan dixwînin.

Kongra Star a taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo her tim bi jinên civakê re dicivin û parêznameyê dixwînin. Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya ‘Sosyolojiya Azadiyê’ de bal dikşîne li ser têgîna modernîteya Kapîtalîst û sîstemên desthilatdar û siyaseta ku li ser civakê dane meşandin û serweriya xwe li ser civakê ferz kirine, li hember wê heta roja îro çawa mayînde kirine û çareseriya li hember vê sîstemê eşkere dike. 

Pirtûk ji aliyê endama Kongra Star a taxa Xerbî Xada Mihê El Dîn ve bi zimanê Erebî hate xwendin. Piştî xwendinê yek ji jinên ku beşdarî xwendinê bûye Samiye Xelîl e. Xelîl behsa pêvajoya kolekirina jinê ya beriya 5 hezar sal di serdema Sumeran de kir û got ku bi saya ramanên Abdullah Ocalan ew hê bêhtir rastiya xwe keşif dikin.

Melek Mehmûd Yusuf jî di nîqaşê de fikra xwe anî ziman û ev tişt got, ''Li hember sîstema ewqas sal hatiye meşandin û di saya fikira Rêbertî û şoreşa 19'ê Tîrmehê de îro jinê gavek mezin avêtî û li hember wê sîstemê sekiniye. Encamên wê jî ber bi çav in, ku îro çawa jin derdora xwe bi rêxistin dike, civînan li dardixe, perwerdeyan lidar dixe û çawa bi xwe re jinên civaka xwe pêşdixe di wir de jî diyar dibe ku jin xwe jî ava dike û jina li hember xwe jî ava dike''

Şêrîn Mihemed jî axivî û got, ''Şoreşa jin gelek guhertin di rewşa jin de da ava kirin, ji ber berî şoreşê jinên Rojavayê Kurdustanê nikarî bûn ji bo kesayeta xwe tiştekî ava bikin. Lê îro di saya şoreş û fikira Rêbertî de jin pêşket, derdikeve qadan, daxwaza mafê xwe dike, xwe nas kir rastiya xwe nas kir civaka xwe û derdora xwe nas kir û ferqa di navbera berî çend salan û roja îro de derdixe holê.''