Sebahat Tuncel: Em ê jiyana azad bi têkoşînê bi dest bixin

Jin di Komxebata Plansaziya Stratejîk a Jinan de pêşniyarên çareseriyê axivîn. Siyasetmedar Sebahat Tuncel got, “Ger têkoşîn hebe serkeftin jî heye. Em ê jiyana azad bi têkoşînê bi dest bixin.”

Komxebata Plana Stratejîk a Jinan ya 2025-2029’an ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve li otelekê hat lidarxistin û bi tevlibûna nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên asivîl û rêxistinên jinan pêk hat. 

Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Wanê Refîka Sonmez di komxebatê de axivî û da zanîn ku ew li her qadê nûneriya wekhev esas digirin û got divê jin di her qadê de cih bigirin, bibin xwedî temsîliyet û tevli rêveberiyên bajêr bibin, di avabûna bajar û civakî de bi rola çalak rabin. Sonmez got: “Divê jin di plansaziya stratejîk de cih bigirin. Ev plana stratejiya 5 salan wê ji bo bajarê me hawira enerjîk a kînetîk biafirîne." 

Parlamentera DEM Partiyê ya Muşê Summeye Boz jî wiha axivî: “Tevgera Jinên Kurd ne ji ser pozîsyon an jî propagandayekê ku xwe heyî bike ye. Sazîbûnê armanc dike û li ser vê xebatan dimeşîne. Qadên ku jin dikarin bi awayekî hêsan xwe bigihînê ne rêveberiyên herêmî ne. Texrîbatên qeyûm bajar bê bandor hiştiye. Ev planaziyên stratejîk wê hêzê bide hêza jinan." 

  Siyasetmedar Sebahat Tuncel jî li ser mijara "Rêveberiyên xwecihî û polîtîkayên jinan" axivî û da zanîn ku cihgirtina jinan a di siyasetê de ne hêsane û wiha got: “Gelek girînge ku em çi polîtîkayê, polîtîkaya çi dimeşînin. Pergaleke serdest a kapîtalîzmê jî heye. Lê pergaleke me ya paradîmga azadiya jinan, ekolojîk û demokratîkbûnê diparêze heye. Rolên jinan hatin dizîn û keda wan hat tunekirin. Em feraseta serdest ya mêr red dikin. Em rêveberiyeke ku hev fêm dike, bi riya diyalogê tê meşandin esas digirin. Rêveberiya bajêr di vê mijarê de ku xwedî temsîliyet be, gelek girîng e. Nîvê Wanê jin in. Bêyî jinan jî rêveberiyek demokratîk ne pêkan e. Me pergaleke ku divê teqez jin hebe ava kir. Pergala hevserokatiyê jî di nava civakê de qebûl bûye. Em dibêjin ku heta jin azad nebe civak jî azad nabe."

Piştî axaftinan jinan li ser Plana Stratejîk a Jinan nîqaş û pêşniyazên xwe domandin. 

Hat ragihandin ku wê encamnameya komxebatê di rojên pêş de bê eşkerekirin.