‘Xweparastina jinan wê civakê jî rizgar bike’

Fatma Bostan Unsal, diyar kir ku di sedsala 21’an de xweparastina jinê, wê xwe û tevahiya civakê li dijî her cure êrîş, rizgar bike.

Siyasetzan û Parêzvana Mafên Mirovan Fatma Bostan Unsal, anî ziman ku têkoşîna jinê ya ji bo wekhevî û azadiyê ji nêz ve bi lêgerîna giştî ya mirovahiyê ve girêdayî ye.

Fatma Bostan Unsal, da zanîn ku tevgera mafên jinan di tevahiya dîrokê de ji bo pêkhatina edaleta civakî roleke girîng leyîstine û got, "Eger em bi kurtî çavek bavêjin têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û azadiyê jî, em dikarin bibînin ka çiqas bi têkoşîna mirovahiyê ya ji bo azadî û wekheviyê ve girêdayî ye. Têkoşîna jinan li pêşiya desthilatdariyê astangiya herî mezin e.”

Fatma Bostan Unsal, destnîşan kir ku li cîhanê sîstemeke ku soza azadiya mirovahiyê dide nîne û got ku di sedsala 21’an de xweparastina jinê wê xwe û tevahiya civakê li dijî her cure êrîş rizgar bike.