ANALÎZ

Şerên li Rojhilata Navîn jinan neçarî koçberiyê dike

Şerên li Rojhilata Navîn bandorên neyînî li ser jinan dike. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku ji krîz û kaosa şer derketine, di bin koçberiyê de ne û li aliyekî li benda roja vegerê ne û li aliyê din jî têkoşîna jiyanê didomînin.

JINÊN KU BI ŞER TÊN KOÇBERKIRIN

Jin weke şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn di rewşa krîzan de jî bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Di nava malbatên koçber de jin û zarok herî zêde bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku para xwe ji krîz û kaosa ji ber şer derketiye girtine, li aliyekî li benda roja ku vegerin ser cih û warê xwe ne û li aliyê din jî têkoşîna jiyanê didomînin.

DAGIRKIRIYA TIRK A LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

Dewleta Tirk ji 25’ê Cotmeha 2012’an û vir ve êrîşî Sûriyê dike rê li ber şer û kaosê vekir. Dewleta Tirk xwe li ber Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmeha 2012'an ku Kurdan xwerêveberiya xwe ava kir, ranegirt û di demeke kurt de ji bo têkbirina destkeftiyên bi dehan planên êrîşê xist dewrê. Destpêkê xwest ku van planan bi destê El-Qaîde El-Nusra pêk bîne. Dema ku dît ku ew nikare li ber  berxwedana Kurdan bigihêje armanca xwe, çeteyên DAÎŞ'ê derxist pêş. Di heman demê de dewleta Tirk a ku dixwest bi koalîsyona çeteyên bi navê 'SMO' re planên xwe pêk bîne, di 24'ê Tebaxa 2016'an de dema ku nekarî encamên ku hêvî dikir bi dest bixe, artêşa xwe li qadan bi cih kir. Di 24’ê Tebaxa 2016’an de di bin navê ‘Operasyona Mertalê Feratê’ de êrîşa dagirkeriyê li bajarê Cerablûs, Bab û Ezazê, di 20’ê Çileya 2018’an de di bin navê ‘Operasyona Çiqlê Zeytûnê’ de li Efrînê û di 9’ê Cotmeha 2019’an de jî di bin navê ‘Operasyona Kaniya Aştiyê’ de li Serêkaniyê û Girê Spî da destpêkirin û van bajaran dagir kir.

Di van 9 salên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de derbas bûn de krîza li Sûriyê kûrtir bû û herêm xiste nava gengeşiyekê. Dewleta Tirk û çeteyên wê li ber çavên cihanê li Efrîna dagirkirî sûcên dermirovî weke komkujî, destavêtin, êşkencekirin heta bazirganiya organan kirin. Heman tişt li Serêkaniyê û Girê Sipî jî kirin û ji sedî 85’ê şêniyên Serêkaniyê nikarin vegerin malên xwe. Malbatên DAÎŞ’ê li cihê niştecihan hatine bicihkirin. Jin di rewşên dagirkerî û koçberiyê de bi xetereya tundiya destavêtin û zayendî re rû bi rû ne. Ev rewş bandorek neyînî li ser tenduristiya fîzîkî û derûnî ya jinan kir. Ev yek zerar da hesta aîdiyetê, girêdanên çandî û civakî yên jinan û hişt ku jin ji malbat û civaka qut bibin.

Di êrîşên 2018’an yên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê de 350 hezar şêniyên Efrînê neçar man bajarê xwe terk bikin û li herêmên derdorê bi cih bibin. Koçberên ku li navçeyên Şehba û Efrînê bi cih bûne hê jî rastî êrîşên dewleta Tirk tên. Dewleta Tirk di 9’ê Cotmeha 2019’an de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke nû ya dagirkeriyê da destpêkirin. Ji ber êrîşan nêzî 500 hezar sivîlên ji Serêkaniyê, Girê Spî, Til Temir û Zirgan neçar man malên xwe biterikînin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 17 kampên mezin ên penaberan û bi dehan kampên biçûk hene. Li van 17 kampên penaberan ên ji Şehba heta Tebqa, Minbic, Qamişlo, Dêrîkê û 7 kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinên koçber hatine bicihkirin. Li gorî agahiyên ku ji Buroya Karûbarên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine wergirtin; li Wargeha Holê ya Hesekê 16 hezar û 710, li Wargeha Serêkaniyê 8 hezar û 530 û li Wargeha Waşokaniyê, li Wargeha Erîşa 3 hezar û 2, li Wargeha Roj a Dêrikê hezar û 93 û Wargeha Newrozê hezar û 93, li wargehên El Mehmudlî ve El-Tiwêhna yên Tebqayê 7 hezar û 309, li Wargeha Til Semîn a Reqayê 3 hezar û 128, li Wargeha Minbicê ya Nû ya Rojhilat hezar û 792 û li Wargeha Menbica Kevin a Rojhilat hezar û 187, li Wargeha Ebû Xeşeb a Dêrazorê 3 hezar û 157 jinên koçber hene. Bi vî awayî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî 51 hezar û 47 jinên koçber li 12 wargehan dijîn.

AMADEKARIYA PIRGIRÊKÊN DERÛNÎ DIKIN

Pirsgirêkên ji ber şeran diqewimin ên weke koçberî û sirgûn, tundiya zayendî û destavêtin, windkirin, birîndarkirin, zehmetiyên gihîştina xizmetên tenduristiyê, lawaziya aborî, hişt ku yekbûna malbatê û guhertinên di rolên civakî de bandoreke neyînî li ser jinan çêkir. Wek mînak, jin li cihê ku koçber bûne ji ber piştgiriya wan nayên kirin, bi cudakarî û wêderkirina ji civakê re rû bi rû dimînin. Pirsgirêkên derûnî bi gelemperî bandorek neyînî li ser derûniya jinan dikin. Nexweşiya stresê ya piştî trawmayê pir caran bi şer û koçberiyê re tê jiyîn û ev xetere di nava jinan de zêde ye. Rewşên wekî bertekên hestyarî yên dûbare piştî bûyerên trawmatîk çêdibin. Di jinan de hem pirsgirêkên derûnî yên weke depresyonê derdikevin holê, hem jî hestên fikar, bêhêvî û bêçaretiyê çêdike. Di destpêka jiyaneke nû de bi bicihbûna li bajarek an welatekî nû, nikarin bi tevahî desteka civakî bi dest bixin û ev jî dihêle ku jin bi hest tenêtî û xerîbiyê re rû bi rû bimînin. Ev rewş rê li ber pirsgirêkên derûnî vedike.

RÊ LI BER BÊNASNAMEBÛNÊ VEDIKE

Jin di navbera nasnameya xwe û nasnameya nû de bi nakokiyan re rû bi rû dimînin, ev rewş pirsgirêkên xwebaweriyê û nediyariya nasnameyê tîne. Hestên windakirina hezkiriyên xwe, veqetîn û qutbûn jî dibin sedem ku jin rastî astengiyên derûnî werin. Guhertinên bi vî rengî yên bi zorê, dema ku dibin sedema pirsgirêkên çandî yên cuda, bandorên neyînî yên girîng li ser nasname, nirx û rolên jinan ên çandî dike. Jinên ku li welatek an bajarekî nû bi cih dibin di navbera nasnameya xwe ya çandî û normên çandî yên hawîrdor û civaka nû de nakokiyan dijîn. Ev rewş dibe sedema qeyrana nasnameyê û nezelaliya nasnameyê.

PEVÇÛNÊN NAVXWEYÎ KÛR DIBIN

Jinên koçber di navbera nirx û adetên xwe yên çandî û pratîkên çandî yên hawîrdora nû de li hev nakin. Ev yek dihêle ku jin xwe ji civakê dûr bigirin. Jinên koçber bi guhertin rolên civakî yên ku bi çandî diyarkirî ne û jinûve teşegirtinê re rû bi rû dimînin. Ev yek dihêle ku jin di hevsengiya nasname û rolên xwe de zehmetiyê bikişînin. Hewldanên ji bo adaptekirina li hawîrdoreke nû, jinan dixe nav bêhevsengî û nakokiyên navxweyî yên di navbera nasnameyên çandî û adaptasyona li gorî pîvanên civaka nû.

PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ KÛR DIBIN

Di jiyana jinan de koçberî dibe sedema gelek pirsgirêkên tenduristiyê. Faktorên wekî şert û mercên dijwar, stres, travmaya bedenî û derûnî bi gelemperî bandorê li ser vê dikin. Jin gelek caran neçar dimînin ku di şert û mercên nehijyenîk de bijîn. Ev rîska peydabûna nexweşiyên infeksiyonê zêde dike. Wekî din, kêmxwarin, zehmetiyên di gihandina xizmetên tenduristiyê de û kêmasiyên saziyên tenduristiyê jî dibin sedema pirsgirêkên tenduristiya bedenî. Pirsgirêkên derûnî yên wekî trawma, fikar û depresyonê pir caran di van pêvajoyan de derdikevin holê. Ev jî dibe sedem ku jin nikaribin li ber xwe bidin û di têkiliyên xwe yên civakî û xebatên rojane de jî zehmetiyan dikşînin.