Di Şoreşa Jinan a Rojava de bayê guherînê –II

Şoreşa Rojava bi piştevaniya civakên ku ji cudahiyên etnîkî û olî pêk tên bi hêztir dibe û têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê di her aliyî de berdewam dike.

Şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinan veguherî hevgirtin û rêveberiyeke demokratîk ya ku ji etnîkên cuda û nasnameyên cuda yên weke Kurd, Ereb, Ermenî, Asûrî-Suryanî, Çerkez, Tirkmen, Misliman, Xristiyan, Êzidî, Sunî û Elewî pêk tê. Di Şoreşa Rojava de ku jinan ji bo şoreşê gelek bedêl dan, jinan di her aliyî de xwe birêxistin kirin û birêxistinbûna xwe berdewam dikin.

Beşa duyemîn ya dosyaya me wê têkildarî mijarên weke Qanûna Jinan, Qanûna Malbatê, çand, spor û birêxistinbûnên jinan be.

JI PÊNGAVÊN YEKEM Û YA HERÎ GIRÎN QANÛNA JINAN

Jinan di şoerşa jinan de di hemû qadên civakê de bi awayekî aktîf cihê xwe girtin û di têkoşîna wekheviya zayendî ya civakî û azadiyê de pêngavên girîng avêtin. Di qada siyasî de jî bi awayekî aktîf cihê xwe girtin û bûne xwedî mafê gotinê. Her wiha di qada aboriyê de jî cihê xwe girtin û bi xwe karên xwe ava kirin û azadiya xwe ya aborî bi dest xistin. Jinan di qadên weke perwerde û çandê de jî destkeftiyên girîng bi dest xistin û di perwerdeyê de bûn xwedî mafên wekhev û di hemû beşên civakê de bi awayekî azad di çalakiyên çandî û olî de cihê xwe girtin. Rola avabûna Mala Jinan ku girêdayî Kongra Starê cara ewil di 8’ê Adara 2011’an de li Qamişloyê hete avakirin, di bidestxistina van destkeftiyan de zêde ye. Qanûna Jinan ku di 27’ê Cotmeha 2014’an de di pêşengtiya Kongra Starê de hate derxistin ku ji 26 xalan pêk tê û hemû mafên jinan diparêze. Bi vî awayî yekem pêngava ku mafê jinan diparêze bi vê yekê hate avêtin.

JI BO MALBATEKE DEMOKRATÎK QANÛNA MALBATÊ

Bi Qanûna Malbatê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di mijarên weke bihêzkirina awaniya malbatê û parastina mafên ferdên malbatan de pêngaveke girîng hate avêtin. Qanûna navborî bû sedem ku di nava civakê de tesîreke erênî peyda bibe û têkiliyên navxweyî yên malbatan baştir bibin. Bi Qanûna Malbatê re mafên medenî hatin misogerkirin, pirhevjînî û zewaca zarokan hatin qedexekirin, cezayên şîdeta navmalbatî hatin girantirkirin û ji bo parastina jin û zarokan jî tedbîrên girîng hatin standin. Her wiha di mijarên weke cudabûn û zewacê de jî sererastikirinên nû pêk hatin û bi vê yekê hate armanckirin ku têkiliyên navmalbataî bi awayekî adiltir werin birêvebirin ku Qanûna Malbatê di bin 6 sernavan de ji 46 xalan pêk tê.

MECLÎSA EDALETÊ YA JINAN A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Di Konferansa Edaletê ya Jinan de ku di sala 2016’an de hate lidarxistin, Meclîsa Edaletê ya Jinan hate îlankirin. Jinan ji bo dabînkirina edalet û wekheviyê û demokrasiya girêdayî qanûnan û belavbûna birêxistinbûnê biryareke bi vî rengî girt. Meclîsa Edaletê ya Jinan di 16’ê Mijdara 2018’an de li bajarê Rimêlanê bi beşdarbûna 350 delege û nûnerên sazîyan pêk hat. Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 4 beşên weke; Mala Jinan, Dîwana Edaletê, Komîteya Lihevkirinê û Akademî pêk tê. Jin di nava edaleta civakî de bi awayekî resen xwe birêxistin dike yan jî di nava edaleta civakî de xwedî temsîliyeta wekhev e.

LI DIJÎ QIRKIRINA ÇANDÎ ÇAND Û HUNER: HÎLALA ZÊRÎN

Tevgera Jinan a Çand û Hunerê ya Hîlal Zêrîn diroka jinan, heqîqeta jinan û parastina wan re dîrokê ronî dike. Bi vê yekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê baweriyên gelên xwedî bawerî, çand û zimanên cuda anîn ba hev û bi teşwîqkirina azadiya jinan û çanda civakî ya komunal serî li rêbazên hunerî da. Tevgera Jinan a Çand û Hunerê ya Hîlala Zêrîn xwe spart Tevgera Çandî ya Kevana Zêrîn ya di sala 2016’an de li Qamişloyê hatî birêxistinkirin. Navê Hîlala Zêrîn bi biryara konferansa di sala 2020’an de hate dayîn. Tevgera berbehs li 7 kantonan heye û gelek çalakiyên çandî û hunerî yên weke muzîk û amûrên wê, şano, folklor û wênesaziyê li dar dixe.

PÊŞENGTIYA DI WERZÎŞÊ DE

Kurdên li Rojava di sala 1983’yan de gund bi gund birêxistin dibûn û pêşbirkên futbol, voleybol û basketbol li dar dixistin. Ya herî berbelav futbol bû. Her wiha wan deman jinan di pêşbirkên fitbolê de cih nedigirtin. Bixêxistinbûna werzîşê ku xwe dispêre salên 1983’yan bi Şoreşa Rojava re jin jî tevlî bûn û di sala 2014’an de xwe pêş xist. Werzîşkarên jin di bin banê Yekîtiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xwe birêxistin kirin û di werşîzên tîman (futbol, voleybol û basketbol) û werzîşên ferdî (kişik, karate, duçerxe, siwarî, atletîzm, avjenî, tenîs û hwd) de cih girtin. Klûbên Werzîşê yên Jinan li Herêma Cizîrê weke Peyman, Waşokanî, Klûba Werzîşê ya Vedeng, li Kobanê weke Klûba Werzîşê ya Nesrîn, Klûba Werzîşê ya Tebqayê û li Reqayê jî weke Klûba Werzîşê ya El Furat hatin birêxistinkirin.

ABORIYA KOMUNAL

Jinan li gel pêşketina Şoreşa Rojava di qada aboriyê de jî di nava xebatan de cih girt û di vê qadê de jî li binê gelek projeyên girîng mohra xwe danîn. Jinan di gelek komîte, kooperatîf û di qadên weke çandinî, tekstîl, xida û pîşesaziyê de cih girt. Jinên ku bi Kooperatîfan di qada aboriyê de pêngav avêtin, di sala 2015’an de Komîteya Aboriyê ava kirin. Şaxa aboriyê ya ku cara ewil li Kantona Cizîrê xwe birêxistin kir, niha li 7 kantonan veguheriye modeleke aboriyê ya ji civakê re xizmetê dike.

SIBE: Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed ku yek ji şahida yekem pêvajoyên şoreşê ye derbarê Şoreşa Jinan a Rojava û gefên li dijî şoreşê de axivî.