Li Semsûrê jinek hat qetilkirin
Li Semsûrê kesê bi navê Kemal Bîçer hevjîna xwe Esma Bîçer qetil kir.
Li Semsûrê kesê bi navê Kemal Bîçer hevjîna xwe Esma Bîçer qetil kir.
Li taxa Bahçelîevlerê ya navenda Semsûrê kesê bi navê Kemal Bîçer êrîşî hevjîna xwe Esma Bîçer (41) kir û ew qetil kir. Kujer Bîçer cenazeyê Esma Bîçerê xist kîsekî û avêt baxçeyê malê. Bêhna cenaze li derdorê belav bû û cîran cînayetê ferq kir û agahî dan tîmên tenduristiyê.
Tîmên tenduristiyê cenaze ji bo karûbarên otopsiyê rakirin morga nexweşxaneya dewletê.