BI DÎMEN

Jin ji bo ewlehiya xwe bê navber dixebitin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin ewlehiya civakî pêk tîne û bi perwerdeyê xurt dibe. Bi konferansa 4’emîn a ku tê payîn di nava salê de bê kirin, tê armanckirin ku kêmahiyên salên berê bên derbaskirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn weke temînata ewlehiya civakî, bi hewldaneke zêde bû û bi biryardarî xizmetê didin. Jin di pêvajoya zehmet de ji malên xwe derketin, parastina xwe û civakê girtin ser xwe, têkoşîneke mezin meşandin û serketinên girîng bi dest xistin. Bi taybetî jî Akademiya Hîra Wan bala xwe daye ser pêşxistina kêrhatinên jinan a ji bo xweparastinê. Bi vê akademî û konferansên ku tên lidarxistin, piştevaniyeke jinê ya xurt û civakeke bi zane tê hedefgirtin.

Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekeriya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Helîme Mehmûd têkildarî salên avabûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xebatên wê nirxandin kir.

DESTPÊKÊ LI TAXA ENTERIYÊ HATE AVAKIRIN

Helîme Mehmud ragihand ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê weke fermî di 30’ê Hezîrana 2014’an de ji aliyê 2 jinan ve li Taxa Enteriyê ya Qamişloyê hate avakirin û ev tişt got: “Demeke zehmet bû. Civakê qebûl nedikir ku jin di nava hêzên ewlekariya hundirîn de cih bigire. Nedihat pejirandin ku jin ji mala xwe derkeve, bi cil û bergên leşkerî parastina xwe û ya civakê pêk bîne. Têkoşîna jinê bi hêsanî negihiştiye rojên îro. Parastin tenê weke karê zilam dihat dîtin. Atmosfereke wiha hebû. Jinên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ava kirine, di nava vê civakê de cih digirtin. Jinan di nava civakê de biryar dabûn ku divê ew bi xwe xweparastinê pêk bînin. Wan bi xwe hewl da pirsgirêkên derdikevin, çareser bikin. Weke encam biryareke wiha dan. Di demên destpêkê yên rêxistinbûnê de, bê navber me serdanên malbatan dikir û bi jinan re diyalog ava dikir.”

Helîme Mehmûd diyar kir ku piştî têkoşînên jinan, li ser esasê daxwaza gel li Kantona Efrîn, Cizîr û Firatê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê hate avakirin û got: “Niha em li 7 kantonan bi rengekî rêxistinkirî, kar û xebat dimeşînin. Jin di nava Hawarî, HAT û Hêzên Operasyonê de cih digirin. Ewlehiya nuqteyên kontrolê yên di nava bajêr û dervey bajêr, xetên sînor ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tînin. Jin weke Polîsên Trafîkê jî ji bo kontrolkirina trafîkê, xebat dimeşînin.”

ÎSAL WÊ KONFERANSA 4’AN BÊ LIDARXISTIN

Helîme Mehmûd da zanîn ku 25’ê Cotmeha 2016’an Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê konferansa xwe ya destpêkê lidar xist û ev tişt bilêv kir: “Di vê konferansê de bi kûrahî wezîfe û berpirsyariyên jinê, mekanîzmaya rêxistinbûnê û xwerêvebirinê hate nîqaşkirin. Heta roja me ya îro jî em xebatên xwe dimeşînin. Di nava îsal de em ê konferansa xwe ya 4’an organîze bikin.”

AKADEMIYA HÎRA WAN

Helîme Mehmûd bal kişand ser girîngiya perwerdeyê û têkildarî Akademiya Hîra Wan ev tişt got: “Akademiya ku girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê ji perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk pêk tê û di 4’ê Nîsana 2019’an de hate avakirin. Di akademiyê de xweparastina jinê, stratejî û pêşxistina kêrhatinan tê esasgirtin.”

ARMANC AFIRANDINA CIVAK Û JINA BI ZANE YE

Helîme Mehmûd qala wezîfe û berpirsyariyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanca me ya sereke ewlehiya gel û pêşî girtina li sûcan e, mudaxilekirina li bûyeran û bi rengekî li gorî hiqûqê lêpirsîn meşandin e, di nava civakê de têkildarî wekheviya zayendî û mafên jinan zanebûn ava kirin, pêşî girtina li polîtîkayên şerê taybet ên mîna madeyên hişbir û fûhûşê, astengkirina tundiya li dijî jinê û pêkanîna ewlehiya jinê ye. Her wiha bi organîzekirina xebatên mîna perwerde û zanekirinê, afirandina civak û jina zane ye.”