Platforma Jinan a Amedê: Têkoşîna me jî pişta xwe spartiye felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’

Platforma Jinan a Dîcle Amedê nerazîbûn nîşanî qetilkirina jinan da û got: "Têkoşîna me pişta xwe spartiye felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî' û têkoşîna jinên Kurd.”

Platforma Jinan a Dîcle Amedê nerazîbûn nîşanî kuştina jinan ên di demên dawî de zêde bûne da. Pêkahteyên platformê li ber Plaza AZC’ê ya li semta Ofîsa Amedê daxuyanî da. Jinan wêneyên jinên hatine qetilkirin hildan û pankarta “Jin jiyan e, jiyanê nekuje” vekirin.

Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Fîlîz Kaydû daxuyanî da û da zanîn ku ji bo desthilatdarî ser sûcên xwe veşêre dijminatiyê li hemberî her tiştî dike û di serî de jî dijminatiyê li hemberî têkoşîn û vîna jinan dike.

‘DI ŞEŞ MEHAN DE 205 JIN HATIN QETILKIRIN’

Kaydû kuştina jinan ên di şeş mehên salê de pêk hatine bi bîr xist û got: “Zîhniyeta qirêj bi polîtîkayên dijminatiya jinan li Tirkiyeyê û Kurdistanê jinan xistiye nafa xefika fizîkî, aborî û derûnî. Di van şeş mehên salê de zilaman 205 jin qetil kirine. 117 jin jî bi awayên guman mirî hatine dîtin. Li bajarê me Amedê di encama polîtîkaya dijminatiya jinan de di nava 20 rojan de 3 jin hatin qetilkirin. Ji jinên kuştî yek jê Hîlal Kar e û hê jî kujerê wê Mehmet Demîrhan nehatiye girtin. Em carek din soz didin ku ji bo ev kujer werin cezakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘ME PIŞTA XWE DAYE FELSEFEYA JIN, JIYAN, AZADÎ’

Kaydû anî ziman ku polîtîkayên şer û krîza aborî bandorek neyînî li ser jinan dike û wiha got: “Jinên tên qetilkirin ji aliyê zilamên nêzî xwe ve tên qetilkirin. Di demên dawî de jin ji aliyê faîlên ku tiryakê bikar tînin ve tên kuştin. Ji ber polîtîkaya bêcezahiştinê kesên tiryakê bikar tînin zêde dibin û ji bo jin û civakê dibin pirsgirêkên cidî. Jinên ku li dijî van kirinan têdikoşin her tim di armanca êrîşên desthilatdariyê de ne. Dixwazin têkoşîna me krîmînalîze bikin. Lê ew her car tiştekî ji bîr dikin; heta ku ev têkoşîna me hebe em ê her bin. Têkoşîna me jî pişta xwe spartiye felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û têkoşîna jinên Kurd. Ev hêz û têkoşîna xwedî qudret e û di têkoşînkirinê de bi biryar e. Wê têkoşîna me her pêşengiya jiyanek bi rûmet bike. Em di têkoşînê de ne, em dest jê bernadin.”

Piştî daxuyaniyê jinan çalakiya rûniştinê li dar xist û çalakî berzkirina dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî têkoşîna jinan” û “Bijî berxwedana jinan” bi dawî bû.