Li Îranê cezayê îdamê li aktîvîsta Kurd hate birîn

Dewleta Îranê cezayê îdamê da parêzvana mafên mirovan û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî.

Ji bo parêzvana mafê jinan, pispora xizmeta civakê û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ku li Îranê tê girtin, ji aliyê şaxa 26’yemîn ya Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve cezayê darvekirinê hate dayîn. Dadgeha Şoreşê ya Tehranê dibin serokatiya dadger Îman Afsharî de ye.

Pexşan Ezîzî ji ber sûcên bi îdîaya ‘li dijî hikumeta Îslamê, dest bi serhildana bi çek kiriye û endamtiya serokê ku ketine nava komên serhildanê’ û ‘serîrakirinê’ cezayê darvekirinê lê hate birîn.

Di vê pêvajoyê de di çarçoveya doza der barê Pexşan Ezîzî de tê meşandin, di 28’ê Gulan û 16’ê Hezîrana 2024’an de danîşîna yekem hate dîtin. Di danişîna dawî ku di 23’yê Tîrmehê de hatî kirin de cezayê ‘darvekirinê’ li Pexşan Ezîzî hate birîn.

Pexşan Ezîzî di dîroka 4’ê Tebaxa 2023’yan de ji aliyê hêzên Îstixbarata Îranê ve li bajarokê Herazî yê Tahranê ve hate binçavkirin, di 11’ê Kanuna 2023’yan de hate girtin û sewqî qawîşa hejmar 209 ya girtîgeha Evînê ku weke navenda binçavkirina wezareta Îstixbaratê tê zanîn kirin.

Pexşan Ezîzî nêzî 4 mehan di pêvajoya binçavkirinê de rastî êşkenceya giran û sistematîk hat. Ji mafê hiqûqî bigre ji hemû mafên xwe yê bingehîn bê par hate hêlan. Pexşan Ezîzî di dema ku girtî, ji mafê darizandinê û ev demek dirêje jî hevdîtina bi malbat û parêzerên xwere bê par hate hiştin. Hate diyarkirin ku piştî ku rojnamevan hate binçavkirin endamên malbata wê jî hatine binçavkirin û piştî lêpirsînê hatine berdan.

Pexşan Ezîzî berê jî bi hinceta ku beşdarî protestoyên li dijî darvekirina xwendevanên Kurd li Tahranê bûye di 16’ê Mijdara 2009’an de hatibû girtin, piştî 4 mehan hate girtin, di 19’ê Adara 2010’an de bi kefaleta 100 milyon Tumen hate berdan. Piştî tehliyeya wê ji bo lêkolînkirina jiyana jinên li Kurdistanê xebat da meşandin.

Pexşan Ezîzî herî dawî di nameya ji Girîgeha Evînê şandî de, êşkenceyên ku jiyan kirine anî ziman û banga bilindkirina têkoşînê kiribû.