Komkujiya Koçgirî û jin

Mexdûrên herî mezin ên komkujiyên ku bi salan in li Kurdistanê dewam dikin jin in. Di Komkujiya Koçgiriyê de jî bi hezaran jin hem di pêvajoya tepisandina serhildana Koçgirî, hem jî piştî wê bi êşkenceyan hatin qetilkirin.

Erdnîgariya Kurdistanê ji nîvê duyemîn ê sedsala 19’an ve bû cihê şer û serhildanên bi tundiyê hatine tepisandin. Bê guman di van pêvajoyan de zirara herî mezin jin dîtin. Serhildana Koçgirî ya sala 1921’an yek ji serhildanên ku bi awayekî herî bi xwîn hate tepisandin e. Sakalli Nurettîn ku li herêmê ji bo kuştina bi hezaran sivîl telîmat dan û erka xwe weke “Paqijkirina herêmê” binav kir, xezûrê Abdullah Alpdogan e ku di sala 1938’an de li Dersimê hatibû erkdarkirin. Armanca xwe ya ji bo Koçgiriyê bi gotina “Me kesên ku dibêjin Zo (Ermenî) paqij kirin, niha dora kesên dibêjin lo ye” xulase kiriye. 

WALIYÊ KU HESABA KOMKUJIYÊ JI HIKÛMETÊ PIRSÎ: EBUBEKÎR HAZIM TEPEYRAN

Bîranînên Waliyê Sêwazê Ebubekîr Hazim Tepeyran ku şahidiya tiştên li Koçgiriyê qewimîne bi gotina “Divê em sedemên ku dijminatiya mafdar vediguhezînin nifşên siberojê ji holê rakin” xulase kiriye, ji bo nîşandana asta komkujiya sivîlan a li Koçgiriyê girîng e: “Şêniyên gundên ji aliyê leşkeran ve hatine dorpêçkirin, bi rastiya gotegotan, yanî bi bawerî anîna tenkîlkirina Kurd ji bo rizgarkirina jiyana xwe neçar man gund û malên xwe biterikînin û xwe bispêrin çiyayan.”

Gundiyên ku ji tirsa canê xwe reviyan, gundên ku bi serhildan û şêlînkerî hatin sûcdarkirin û valakirin, hatin şewitandin, wêrankirin û hemû tişt û heywanên wan hatin desteseririn. Bi vê sûretê 75 gundên girêdayî navenda navçeya Zara û navçeya Umraniye û li navçeya Dîvrîgî 56, bi giştî 132 gund weke cihên dijmin hatin şewitandin, wêrankirin û bi sedan kes hatine kuştin. Her wiha hemû eşya, zad û heywan hatine talankirin. Bi hezaran mirov jî li çiya, çol bi birçîbûn û hejariyê re mehkûmî mirinê hatine kirin… Nurettîn Paşa ewqas kes ne bi şer bi awayê komkujiyê kuştine.”

Di beşa rapora bîranînê de yên ku Tepeyran li ser kiryarên Sakalli Nurettîn yên di komkujiya Koçgiriyê de kirine ku pêşkêşî meclîsê kiriye, diyar dike ku li gundên ku rêberên serhildêr û şervan lê nebû jî, ji bo ku hewira tirsê çêbikin, ji aliyê sedan leşker ve hatine dorpêçkirin. Di rûniştinên vekirî û veşartî yên ji bo Koçgirî li meclîsê pêk hatin de îfadeyên parlamenterên herêmê jî gotinên Tepeyran piştrast dikin.

ÎFADEYA WEKÎLÊ ERZÎNGANÊ EMÎN BEG YÊN LI MECLÎSÊ

Tiştên ku Wekîlê Erzinganê Emîn Beg di rûniştina veşartî ya li meclîsê de têkildarê bûyerên li herêmê hatine jiyîn parvekiriye, balkêş e. Di vê beşê de behsa kiryarên çeteyên Topal Osman ku çawa dest danîne ser mal û milkên gel, êşkence li wan kirine, jinên kesên ti têkiliya wan bi serhildanê re nebû çawa desteserkirine, di girtnameya meclîsê de cih digire.

Herêma Koçgiriyê ku tê texmînkirin ji 132 gundan û herî kêm 40 hezar mirov pêk tê, li gorî amarên fermî tê diyar kirin ku kesên beşdarî serhildanê bûne bi qasî 3 hezar kes bûne. Lê beşeke wan a mezin bêçek bûne. Her çend hejmara mirovên bêçek û sivîl ên ku tevlî şer nebûne û rasterast ji aliyê leşkeran ve hatine qetilkirin neyê zanîn jî, biryara ji nû ve avakirina 76 gundên hatine şewitandin û hilweşandin her wiha 16 gund ji nû ve sazkirin, ji me re asta qirkirinê radixe ber çavan.

MEXDÛRÊN KOMKUJIYÊ YÊN HERÎ MEZIN: JINÊN KOÇGIRIYÊ NE

Bûyerên ku jinên Koçgirî di pêvajoya tepisandina serhildanê û piştî wê jiyan e, bi serê xwe mijarek a lêkolînkirinê ye. Komkujiya ku di Adara sala 1921’an de destpê kir, heta meha Hezîranê berdewam kir. 103 sal li ser komkujiyê re derbas dibe. Her çend ne pêkan be mirov xwe bigihîne şahidên zindî yên komkujiyê jî, lê bîranînên ku hatine vegotin û derbasî nifşan bûye, ji aliyê dîroka devkî girîng e.

Gotara Nivîskar Evîn Çîçek a di 7'ê Adara 2010'an de li Evrenselê hate weşandin, ji ber ku tê de vegotinên şahidên zindî yên komkujiyê heye, xwedî girîngiyeke mezin e. Çîçek ku di heman demê de ji Koçgirî ye, hem li endamên malbatê yên şahidiya komkujiyê kirine guhdarî kiriye û hem jî bi qasî ku karibe li tevahiya herêmê xwe gihandiye şahidan û çîrokên wan qeyd kiriye.

Gundiyek bi navê Rîfo di axaftineke xwe de behsa bandora jinên Koçgiriyê di jiyanê de dike û ev tişt dibêje, “Di malbata AlîŞan Beg ê mezin de û di mala zarok û neviyên wan de jin bi bandor in. Mînak hevsera Alîşan Beg Xecêxan li ser hespa xwe siwar dibû û gund bi gund digeriya. Bûka wan Xatûna Nazê jineke ku cotyaran bi rê ve dibir. Îzzet beg xwe tevî karê cotyaran nedikir. Mirovek dilgerm û çalak bû. Hevsera wî jî bi serê xwe biryara tiştan dida. Jin li ba me ne li pişt perde ango bûrûkan bû. Kalikê min Rifat beg û bavê min bi hev re diçûn gundan. Di nava malbatan de jin nedihatin sînordarkirin. Li gorî mêran gavek li pêş bûn. Jin bi hilberîn û parvekirinê re mijûl dibûn.”