JIN
Hemû Nûçe
-
YJCR: Her jin a ku dixwaze azad bibe, divê li ber tecrîdê rabe
YJCR'ê destnîşan kir ku fikir û felsefeya jiyana azad li Îmraliyê tecrîdkirî ye û bang li jinan hemûyan kir ên dixwazin bi rengekî azad bijîn, ku li ber tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabin. -
Girtiyên li Tarsûsê rastî binpêkirina mafan tên
Ji girtiyên li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê Berfîn Dogan diyar kir ku mafên wan ên tendirûstiyê, xwarin û peywendiyê tên astengkirin. -
Jinên Tîrêjên Rojê ji bo bîranîna Alî Çîçek çalakî li dar xistin
Înîsîyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ji bo bîranîna Alî Çîçek çalakî li dar xist. Înîsîyatîfê got ku, “Wê ciwanên Kurdistanê girêdayî têkoşîn û bîranîna Alî Çîçek bin.” -
Li aqûbeta Huseyîn Morsumbul pirsîn
Dayikên Şemiyê vê hefteyê di çalakiya xwe de li aqûbeta Huseyîn Morsumbul pirsîn. -
Li girtîgeheke dersînorkirinê ya DYE'yê hîsterektomî li jinan tê kirin
Li girtîgeheke dersînorkirinê ya DYE'yê, bi taybetî kiryarên tibî yên li dijî jinan û wernegirtina tedbîrên li dijî şewbê di rojevê de ne. -
Jinan li Helebê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Li taxa Şêx Meqsûd a Helebê jinan bi meşekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. -
Guven hate berdan
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li Colemêrgê hate destgîrkirin, piştî îfadeya wê ya li dozgeriyê hate berdan. Dayika Aştiyê Fatma Tûran jî bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê kirin. -
Guven û Turan birin edliyeyê
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Dayika Aşitiyê Fatma Turan ên ku li Colemêrgê hatin destgîrkirin, piştî kar û barên îfadeyê yên li emniyetê birin edliyeyê. -
Leyla Guven hate destgîrkirin-NÛ BÛ
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku ji bo bernameya TJA’yê ya bi navê ‘Em xwe diparêzin’ li Colemêrgê bû, hate destgîrkirin. Guven birin ‘Midûriyeta Têkoşîna Li Dijî Terorê’. -
Kongreya Star a Herêma Efrînê konferansa xwe ya 3’an li dar xist
Kongreya Star ya Herêma Efrînê li Şehbayê bi dirûşmeya ‘Bi tekoşîna Hevrîn û Zehreyan dagirkeriyê birûxînin, şoreşa jinê mîsoger bikin’ konferansa xwe ya sêyemîn li dar xist. -
Kongreya Star ji gelên xwecihî yên Meksîkayê re nameyeke piştevaniyê şand
Kongreya Star nameyek piştgiriyê ji gelên xwecihî yên Meksîkayê re şand. -
Li Stenbolê jinek mirî hate dîtin
Li Bagcilara Stenbolê jinek li mala xwe bi awayekî bi guman li mala xwe mirî hate dîtin. -
Li Bûrhaniyeya Balikesîrê jinek bi êşkenceyê hate qetilkirin
Li Bûrhaniyeya Balikesîrê jina ku xwestî şerê birayan bide sekinandin, hate qetil kirin. -
Li Viyanayê festîvala jinan
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, rêxistinên jinên çepgir ên Kurd û Tirkiyeyî, ji bo piştgiriya bi Şoreşa Rojava re festîvalek li dar xistin. -
Li Reqayê jinan banga yekîtiyê kirin
Li bajarê Reqayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan çalakiyek li dar xistin û li dijî sûcên dewleta Tirk di dagirkeriyê de kirine, bi şîara ‘Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk em bibin’ yek meşek li dar xistin -
Dayikên Şemiyê aqûbeta yên 12’ê Îlonê winda bûne pirsîn
Dayikên Şemiyê aqûbeta yên 12’ê Îlonê hatin ‘windakirin’ pirsîn -
Kongreya Star piştgirî da çalakiya jinên Pakistanê ya li dijî destdirêjiyê
Kongreya Star piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyên jinên Pakistanê ya li hemberî bûyera destdirêjiyê nîşand dabûn, da û got: “Ev destdirêjî ne bûyerek e, ev şerekî zayinparêzî hemberî jin e ya ku xwe di pergala hegemonîk de daye rûnîşkandin.” -
Li Farqîn û Artemêtanê 2 jin bi gumanbarî mirin -NÛ BÛ
Li Farqîn û Artemêtanê du jin bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan. -
Tundiya li dijî jinan li Dûîsbûrgê hate protestokirin
Li bajarê Elmanyayê Dûîsbûrgê, bi çalakiyekê tundiya li dijî jinê hate protestokirin. -
Sê aktivîstên TJA'yê li Amedê hatin destgîrkirin
Aktivîstên TJA’yê Derya Arslan, Ayşe Ekîncî û Derya Moray li Amedê duh hatin destgîrkirin. -
Êrîşên dagirkeriya Tirk li Qamişlo hatin şermezarkirin
Êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê li Qamişloyê ji hêla Kongreya Starê ve hatine şermezarkirin. -
Başaran: Destavêtin parçeyek ji şerê taybet e
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê û Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran diyar kir ku meseleya Îpek Er parçeyek ji siyaseta şer a li Kurdistanê ye. -
Yekîtiya Jinên Şehbayê konferansa xwe ya 3'emîn li dar xist
Yekîtiya Jinên Şehbayê ya herêma Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, konferansa xwe ya 3'emîn li Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Fafînê li dar xist. -
'Li Tirkiyeyê ewlekar in, li Kurdistanê tecawizkar in'
Aktîvîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn diyar kir, ku kesên bi unîforma li Tirkiyeyê bi erka parastin û ewlekariyê radibin, lê li Kurdistanê kiryarên tundî û destavêtinê ne. -
Tundiya li jinê meha Tebaxê bi 33 ji sedî zêde bû
Platforma 'Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin' (KCDP) ragihand ku tundiya li jinê meha Tebaxê bi rêjeya 33 ji sedî zêde bûye.