'Li Tirkiyeyê ewlekar in, li Kurdistanê tecawizkar in'

Aktîvîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn diyar kir, ku kesên bi unîforma li Tirkiyeyê bi erka parastin û ewlekariyê radibin, lê li Kurdistanê kiryarên tundî û destavêtinê ne.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, tundiya li jinê ji ber polîtîkaya bêcezahiştinê ya dewletê, roj bi roj zêde dibe. Bi taybetî dema dawî, hema bêjê rojê jinek tê kuştin. Peymana Stenbolê ku li dijî tundiya li jinê di sala 2011'an de kete meriyetê, ji bo dewleta Tirk bûye mijara nîqaşê. Êriş, destavêtin û kuştina jinan li Bakurê Kurdistanê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve, nîşan didin ku dewletê polîtîkaya qirkirina civakî xistiye meriyetê. Di beşa destpêkê ya dosyaya xwe de me detayên vê polîtîkayê vegotibûn. Îro jî em cih didin nirxandina aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn.

Bîlgîn diyar kir, jin di vê demê de li navenda guhertinên civakî, çandî û siyasî ne û got, "Ev jî bi xweşiya sîstemên dewletê naçe, ku zîhniyeta mêr li wan serwer e. Li Kurdistanê hişmendiyeke jinê ya berxwedêr, têkoşer, rabûna li ber sîstemê heye, ku vê îtiraza xwe civakî dike."

Bîlgîn destnîşan kir, dewletê bi siyaseta xwe ya şer re gelek kesên bi hiqûqa dijmin hatine perwerdekirin şandiye Bakurê Kurdisdtanê û got, "Bi rêya vê hêzê, carna bi hestên nijadperestiyê carna jî weke beşek ji vê konseptê destavêtin û destdirêjî li jinan tê kirin. Yên ku van hemûyan dikin û bi têgihiştina 'tiştek bi min nayê' tevdigerin, nîşan didin ku xizmetê ji çi re dikin."

Bîlgîn bi bîr xist, ku Têkoşîna Azadiya Jinê ya li Kurdistanê gihîştiye asteke enternasyonalîst, jinên ji her neteweyan helwesta xwe nîşan didin û got, "Em jinên Kurd, dema ku vê yekê dinirxînin, bi hêza ku ji dema bihurî werdigirin dinirxînin. Jinên me hene ku li Dersimê ji bo teslîmî dijmin nebe xwe ji tehtan avêtin xwarê, her wiha jinên me hene ku li heman teht û şikeftan şer dikirin. Jinên Kurd di asteke welê de ne ku dest ji canê xwe berdidin, lê can teslîm nakin."

TÊKILIYÊN BI TEVGERÊN FEMÎNÎST RE

Bîlgîn li ser mijarên ku ew û tevgera femînîst a Tirkiyeyê li ser li hev dikin, an jî li ser nakok in, ev axaftin kir: "Gelek nuqte hene ku em û tevgerên femînîst li ser li hev dikin. Lê belê xeteke welê zirav di navbera me de heye; bûyerên li Kurdistanê diqewimin hem ji aliyê medyayê hem jî bi rêyê dîplomatîk bi awayekî gelekî rast nayê ragihandin. Her wiha têkoşîneke me ya ji bo nasnameya neteweyî jî heye. Em nasnameya xwe ya neteweyî zêde nadin pêşiya têkoşîna xwe ya jinê. Dema ku em bi avaniyên din hemûyan re jî li hev kom dibin, ji bo me xala bingehîn her tim jin e. Kesên ku unîformayê li xwe dikin li Tirkiyeyê bi erka parastin û ewlekariyê radibin, lê li Kurdistanê kiryarên tundî û destavêtina li jinê ye. Di vê mijarê de nêrîna me û tevgerên femînîst ên li Tirkiyeyê ji hev cuda ne. Her wiha di dema çalakiyan de, gava ku êriş li dijî wan tê kirin, têdigihêjin ku ti cudahî di navbera wezîfedarên fermî yên li cografya Kurdistanê û yên li cografya Tirkiyeyê ji hev nîne. Dema ku li Tirkiyeyê jinek tê kuştin, medya alîgirê hikumetê jî di nav de medya hemû diweşîne, lê li Kurdistanê dema ku jinek tê kuştin kêm caran di vê çapemeniyê de tê weşandin."

'YÊN BI UNÎFORMA XETERE NE'

Bîlgîn bal kişand ser êrişên qirkirina civakî ku bi destê dewleta Tirk tê kirin û got, "Ev êriş ne tenê li Kurdistanê diqewimin. Li Tirkiyeyê jî li dijî muxalîfan êrişên qirkirina civakî tên kirin. Welê li mirovan hatiye ku kes nema qalê dike. Hewl didin ku her kesî bêdeng bikin. Ji xwe sîstema dewletê ya hatiye avakirin dewleteke leşker, polîs û tundiyê ye. Nepêkane ku mirov qala dewleta hiqûqê û civakî bikin. Ya rast, kesên ku bi erka ewlehiya civakê rabin, di heman demê de ji bo wê civakê xetere ne."