Tundiya li jinê meha Tebaxê bi 33 ji sedî zêde bû

Platforma 'Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin' (KCDP) ragihand ku tundiya li jinê meha Tebaxê bi rêjeya 33 ji sedî zêde bûye.

KCDP'ê li gorî serlêdanên di meha Tebaxê de têkildarî tundiya li jinê li wan hatiye kirin, raporek amade kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku jinan bi rêya nûmaraya telefonê ya "0212 912 42 43" û numaraya Whatsappê ya 0505 004 11 98", er wiha bi rêya hesabên medya dîjîtal, e-mail û çapemeniyê serî li wan hatiye dayin.

Li gorî raporê meha Tebaxê herî kêm 560 jinan ji bo alîkariyê serlêdan kirin ku ev yek li gorî mehek berê zêdebûna bi rêjeya 33 ji sedî ye.